Şerefname
Ji Wîkîpediya
Şerefname pirtûkeke dîrokî ya Farsi ya Şerefxan Bedlîsî ye.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Nasandina Şerefnameyê
Şerefname ew kitêb e ku di tarîxa kurdan de cara pêþîn ew seranser li ser dîroka mîr, eþîr û xanedanên kurdan, têkiliyên wan ên bi hev re, bi gel û dewletên cîran re û þerê wan ê li gel Împaratoriya Osmanî û Îrana sefewî, zilma van her du dewletên super a li ser kurdan hatiye nivîsîn. Ew, her wiha behsa ziman, kultur û zanyariya nav kurdan dike, zana û alimên wan ên dewra nivîskarî dide nasîn.
Şerefname ji du cildan pêk tê. Ew nusxeya pêþîn a ku Þeref Xanî bi destê xwe nivîsiye îro jî li Îngîltereyê li Kutubxana Bodleiana Oxfordê di bin reqema 312-yê de tescîlkirî ye. Mamosta Abdulreqîb Yûsuf kopyeyeka vê destnivîsê ji wê kutubxaneya binavkirî daye anîn û lêkolînek li ser kiriye. Li gora agahdariyên ku ew dide, destnivîs wekî du cildan, lê bi hev re; wekî dewama hev hatiye amadekirin. Li ser vê destnivîsê -bi nivîseke ku diyar e piþt re hatiye nivîsîn- navê kitêbê wiha hatiye danîn:Þerefname Tarîxê Kurdistan. Þeref Xan bi xwe navê Xatîme li cildê duduyan kiriye. Kitêb bi zimanê farisî hatiye nivîsîn.
Di dawiya cildê yekê de wiha hatiye nivîsîn:Weqíe tahrîreh we teshîheh åela yed muellîfetuíl feqîr we musennîfetuíl heqîr -el muhtac îla rehmetî el-melikiíl barî Þeref bîn Þemseddîn el-Kisrayî hafîzehullahuíl teíala åenzellatuíl qelem we hefattuíl reqem fî selx zilhicce sene 1005 mîn-el hîcretî nebewîyye(S.A.W.)(Ev di dawiya meha zilhicca sala 1005-ê ya piþtî hicreta pêxemberê mezin(S. A.W.) de bi destê nivîskarê hejar û musennifê feqîr ê muhtacê rehmeta Xwedê Þerefê kurê Þemseddînê Kisrayî hatiye nivîsîn û teshîhkirin, Xwedê qelema wî ji þemitandin û þaþiyan biparêze.[Hin þaþîtiyên çapê ji bal min ve hatine rastkirin M. C.] (19: 1991, r. 15) Nusxe hemî ji 247 rûpelan pêk tê. Cildê yekê heta nîvê rupelê 155-ê ye û cildê duduyan jî ji vî rûpelî destpê dike. Cildê yekê li ser tarîxa kurdan, cildê duduyan li ser tarîxa paþayên osmanî û þahên Îran û Tûranê ye. Þeref Xan di navberekê de li nik Sultan Muhammed Xanê kurê Sultan Mûradê Sisiyê maye û ev cildê duduyan li ser daxwaza wî nivîsiye. Cildê duduyê ji bûyerên 689-ê hicrî(1290) destpê dike hata digihîje bûyerekê ku di çaryeka dawîn a meha rebîulewwela sala 1005-ê hicrî(25-ê tiþrîna yekê a 1596-ê) bûye dewam dike.(19: 1991, r. 15-16).
Ew tarîxa ku tê gotin tarîxa xelasbûna Þerefnamê ye(14-ê tebaxa 1597-ê dawiya zilhicca 1005-ê) esas tarîxa temambûna cildê yekê ye. çimkî di wê destnivîsa Þeref Xan bi xwe de ev tarîx li dawiya cildê yekê hatiye nivîsîn. Tarîxa temambûna cildê duduyê ne diyar e. çimkî di vê destnivîsê de Þeref Xan her eynî tarîxa xelasbûna cildê yekê li dawiya cildê duduyan jî danîye. Li gor qenaeta Dr. Kemal Mezher Ahmed cildê duduyan teqrîben di dawiya meha heþtan an destpêka meha nehan a 1598-ê de xelas bûye. (3:1983 r. 107).
Di nava vê nusxeya destnivîs de 20 tabloyên mînyaturî hatine resimkirin ku þazde ji wan dikevin nava cildê yekê û çar ji wan jî di cildê duduyê de bi cih bûne. Her tabloyek bi wî awayî di kitêbê de bicih bûye ku li gor mijara nivîsê hatiye eyarkirin. (19:1991, r. 24).
Mînyatura yekê û ya duduyê di rûpelê 33-yê vê detnivîsê de ne û teswîra fermanrewatiya Hekariyê ne, yên sisê û çarê di rûpelê 39-ê de ne û li ser fermanrewatiya Bahdînan in, yên pênc û þeþê di rûpelê 43-yê de ne û li ser fermanrewatiya Botan in, yên heft û heþtê di rûpelê 56-ê de ne û li ser fermanrewatiya Hesenkêfê ne, neh û deh di rûpela 66-ê de ne û li ser fermanrewatiya Egilê ne, yazde û duwazde di rûpelê 77-ê de ne û li ser fermanrewatiya Hîzanê ne, sêzde di rûpelê 89-ê de ye û li ser fermanrewatiya Tercilê(Hezroyê) ye, ya çardeyan di rûpelê 132-yê de ye û ablûqekirina kela Bedlîsê ya ji alî Akkoyunluyan ve teswîr dike. Mînyatura panzdeyan di rûpelê 145-ê de ye û teswîra meclisa mîrê Bedlîsê dike, ya þanzdeyan jî di rûpelê 145-ê de ye û ew Þah Tahmasb li bajarê Xelatê nîþan dide. Mînyatura huvdeyan ku di rûpelê 158-ê de ye teswîra sultanekî osmanî yê kevn e, ya hijdeyan ku di rûpelê 173-yê de ye teswîra þerê Edirneyê ye, ya nozdeyan ku di rûpelê 191-ê de ye Sultan Muhammed Fatîh(Fatih Sultan Mehmet) teswîr dike û ya bîstê ku di rûpelê 208-ê de ye teswîra Þerê çaldiranê ye. (19: 1991, r. 25).
Kevntirîn, binirxtirîn û rasttirîn nusxeya destnivîs ev e (3:1983: r121). Dr. Kemal Mezher Ahmed dinivîse ku cildê yekê ya çapa yekê ya farisiya Þerefnameyê 459 rûpel û cildê dudyê ya çapa yekê 307 rûpel in (1: 1991, r. 23 û 3: 1983, r. 111)
Qenaeta zanayan ew e ku Þeref Xanî piþtî ku ji Îranê hatiye ser mîrîtiya Bedlîsê dest bi nivîsandina Þerefnamê kiriye.
çavkanî û malzemên Þerefnamê ew kitêbên dîrokê yên wê demê û beriya wê, behs û rîwayetên zana, rîsipî, gerok û xwedîtecrubeyan, þiîr û destanên þairan, belgenameyên li ber destê nivîskarî bi xwe, jiyan, tecrube, serboriyên wî, yên der û dora wî û hemdemên wî ne ku gîhaþtine wî. Lê wî, tiþtên ku bihîstine heta tehqîq nekirine, rastiya wan tekûz nekiriye û dilê wî lê rûneniþtiye nenivîsîne. Eugenia Vasilieva di vê behsê de dinivîse ku: Nivîskarî bi hedê zêde yê dudilî li wan xeberan dinihêrt, kengî ku gûmana wî ji rastî û durustiya wan nemaya wê çaxê bikar dianî. ( 3: 1983, r. 115) Li cihekî din Vasilieva dinivîse ku bi ya wê tu çavkanî tuneye ku qasî Xatîmê mewzûî û rastgoyaneyê jiyana navbera îranî û osmaniyan a sedsala þazdeyan teswîr kiribe. ( 3: 1983, r. 116).
Mewzûiyet û bêalîtî, ew du þertên giring ên pêdiviyê serkeftina dîroknivîsiyê, di Þerefnameyê de diyar in. Wê wexta ku Þeref Xanî dest bi nivîsîna Þerefnameyê kiriye, têkiliyên wî li gel þehên Sefewiyan xerab û li gel sultanên osmaniyan lirê bûne. Gava ku hatiye ser kê ji wan, hewl daye ku çavê wî ji ser rastiya bûyeran neþemite. Di mesela nêrînên Þeh Tahmasb û Sultan Mûradî de yên li hemberî hev, wek yekê ji wan nekiriye, di þerê navbera wan de bêalî maye, heta ew bi xwe di bin hukmê osmaniyan de buye jî gava cih hatiye texsîr nekiriyre ku pesnê Þah Tahmasbî bide (3: 1983, r. 116).
Zernov nivîsiye kutu gûman li ser rûmetê zanistî yê vê dîroka kurdan nîne. Tevî ku sêsed sal di ser re derbas bûye heta niha li rojhilatê karekî din ê bi vî awayî nehatiye kirin ku bi taxa Þerefnameyê bikeve (14: 1860, r. 82).
Ne bê sebeb e ku zanayekî mezin ê wekî Petroçevsky, Þerefnamê digihîne payeya çavkaniyên ermaniyan yên kevn ku kes tune gûmanê ji qîmeta wan bike.
Her çendîn Þerefname ji du cildan pêk tê hem di nava kurdan de, hem jî di nava rojhilatnasan de pirtirîn cildê yekê yê li ser kurdan bal kiþandiye ser xwe. Dr. Kemal Mezher dinivîse ku sedemê vê yekê ne ew e ku qîmetê cildê duduyan ne qasî yê yekê ye. Her du cild qasî hev bi rûmet in û cih didin bûyerên balkêþ û belgeyên dîrokî. Li gora qenaeta Kemal Mezher Ahmed ji bo ku cildê pêþîn li ser kurdan e û ne berî wê ne jî di dema jiyana Þeref Xanî de tu kesî bi wê berfirehî û giþtayetîyê cih nedaye jiyana kurda, bûyerên li nav û li ser wan, loma jî yên ku li ser dîroka kurdan rawestiyane serî li vê cildê dane û bi vî awayî ew cild balkêþtir bûye. Lê Kemal Mezher Ahmed destnîþan dike ku di cildê duduyan de jî hem li ser kurdan û hem jî li ser sultanên osmanî û þahên îranî behsa bûyerên bi wî awayî hene ku lu tu derên din bi wê zelalî û firehiyê li wan nayê rasthatin. Ev cild jî hem ji bo kurdan, hem jî ji bo rojhilatnasan çavkaniyeka hêja ye (3: 1983: r. 110-111).
Kemal Mezher Ahmed li ser van tesbîtan hin bûyeran jî ji cildê duduyê neqil dike ku wiha ne: Bi saya gellek çavkaniyên kevn mêjûnas agadar in ku çewa Rûkslanê rûsnîjad ê hemsalê xweþdiviyê Qanûnî Sultan Suleyman(1520-1566) kariye wiha li Sultan bike ku ew Mistefayê kurê xwe yê mezin bikuje ku ji dêlva wî ve kurê wî yê bi navê Selîm karibe were ser textê padîþahiyê. Lê belê heke cildê duduyê yê Þerefnamê nebûya kesî nedizanî ku destê Seyid Muhammedê mîrê Hekariyan di rêkxistina vê planê de heye. Li gora Þerefnamê, gava Qanûnî Sultan Suleyman di sala 960-ê hicrî de(1553-yê mîladî) ji bo sefera ser Îranê ji Îstanbolê derdikeve, li ser rê gava li Erkelê datîne kurê wî yê mezin Þehzade Mistefa ji bo dîtina bavê xwe ji Amasyayê tê cem wî. Wezîrê Azam Rustem Paþa ku gellek tirsa wî ji Þehzade Mistefa hebû bi alîkariya Seyid Muhammedê mîrê Hekariyan nameyeka sexte ku guya ji bal Þah Tahmasbî ji Þehzadeyî re hatiye hinartin, pêþberî Qanûnî dike. Gava Qanûnî vê nameyê dibîne gellek hêrs dibe, derhal Þehzade Mistefayî dide girtin û bi dizî wî dide xeniqandin.(3: 1983, r. 112)
Nimûneyeka din jî ew agahdariya li ser xezîneya Þah Tahmasbî ye. Gava Þah Îsmîlê Duduyê tê ser text, wazîfe dide Þeref Xanî ku tesbîta xezîneya Þah Tahmasbî bike. Ew jî bi tekûzî hemî dewlemendiya xezînê tesbît dike û bîlançoya wê di cildê duduyê ê Þerefnamê de dinivîse. Li wir derdikeve ku Þah Tahmasb çi qas dewlemend e. Ev agahdarî jî li tu ciyê din bi vê firehiyê tunene(3:1983, r. 113)
Behsa bûyera liberxwedana boxtiyên kela Ercîþê jî bûyereka gellek balkêþ e û di cildê duduyê de diyar dibe ku ji berxwedana Kela Dimdimê ne kêmtir e: ... Þah berê xwe da Ercîþê û ferman da ku bi hiþkî kelê abloqe bikin. Qizilbaþan bi tevayî dor lê girtin, heta ku ji wan hat li hemberê ewên di nava kelê de ketin þerî. Lê roj hatin û roj çûn, ji çar mehan zêdetir di ser abloqê re buhurî, zivistan, serma , þilope û berf û baranê dayê, Þah Tahmasb ku bi xwe jî li gel leþkerê xwe di çileyê zifistanê de di nava xîvetan de ji ber berf û baranê dest hilnedigirt, ferman da ku tu firsendê nedin wan.
Diyar bû ku çend deste ji boxtiyên wek Îbrahîmê Gurkêlî û merivên wî di kelê de ne û bi tu awayî ne amade ne ku xwe bidin dest. Lê bi eksê, romiyan(tirkan) piþtî hemû wê berxwedanê dixwestin teslîm bibin. Wan di binî re li gel qizilbaþên abloqedar li hev kirin û destê xwe gihandin hev, bi hev re bi tîr û tiving erîþ birin ser wan. Boxtiyên ku nedixwestin dev ji þerî berdin û kelayê teslîm bikin, naçar kirin têkevin kuncekî teng û vê carê ew bi xwe naçar man ku qelayê teslîm bikin. Peyayên Þah Tahmasbî ku yekser fermana kuþtina boxtiyên palewan dan, her li wê derê postê serê wan bi zindîyî guran( 3: 1983: r. 114)
[biguherîne] Destnivîsên Şerefnameyê
Şerefnameyê her zû bi zû bala xwendevan, dîroknas û dîrokhezan kiþandiye. Yên ku ew bidest xistine ketine jibernivîsîna wê ya bi destxet a her du cildan jî. Bi vî awayî hê gellekî berî çapbûna wê ew di navbera zana, alim, dîroknivîs, mîr, beg, þah û paþayan de belav bûye û ketiye nav kutubxanên miletên Rojhilata-navîn.
Sala 1606-ê li bajarê Kilîsê, Hesenê kurê Nûreddînî di 327 rûpelan de bêyî ku tê de guhertinê bike ji ber destnivîsa pêþîn a Þerefnamê bi dest nivîsî ku ev nusxe jî niha li Kitêbxana Bodleiana Oxfordê tê parastin. Hesen Begê Yezdî jî kesek e ku sala 1645-ê Þerefname nivîsiye. Niha bes di kitêbxaneyên navdar de 22 nusxe destnivîs ên Þerefnamê hene (3: 1983: r. 120). Wekî me berê jî nivîsî nusxeya herî kevn û rasttirîn a Þerefnameyê ya bi bîst tabloyên mînyaturî ku Þeref Xan bi xwe nivîsiye ew e ku li Kitêbxaneya Bodleianê ye.
Di pêþgotina xwe de Zernov destnîþan dike ku wî çapa xwe ya farisî li ber çar nusxeyên destnivîs amade kiriye. Ew, bi vî awayî agahdariyê li ser wan nusxeyên destnivîs dide.
1) Desnivîsa Kitêbxaneya Qeyser li Peterburgê ku sala 1007-ê hicrî -piþtî nivîsîna nusxeya pêþîn bi du salan-[salek û hîjde rojan M. C.] hatiye nivîsîn û xwediyê kitêbe; Þeref Xanî çav lê gerandiye. Lê gellek kêm û kurrî di vê destnivîsê de hene. (14: 1981, r. 88) Dr. Kemal Mezher Ahmed dinivîse ku Þeref Xan bi xwe ev destnivîs redakte kiriye û bi destê xwe yê pîroz mora xwe lê xistiye. Ev, ji wan kitêbên bi nav û deng ên kitêbxana sefewiyan bûye ku rûsan di dema þerê 1826-28-an de ew kitêbxane ji Erdebîlê anîne Rûsyayê(1: 1991, r 24).
2) Destnivîsa M–sy– Xanîkof. Ev zana û rojhilatnasê han sala 1854-ê li Îranê konsulê giþtî yê Rûsyayê bû. Wî pêþiyê nusxeyek ji alî Dîlmekan-Salmasê- peyda kiriye, du destnivîsên din jî ji kitêbxaneya Yehya Xanê xanê fermanrewayê Azerbaycanê wergirtine, ew dane ber hev û ya xwe li ber wan durust kiriye.
Destnivîsa Xanîkof di nozdeyê meha þabana sala 1252-yê hicrî(1837-ê mîladî) de ji alî kesekî ku navê wî Mehmûd Rizayê kurê Sabir Alîyê Kerbelayî ye, bi fermana Rewþen Efendî, li gundê Dîlmekanê ji ber destnivîseka Þerefnamê hatiye nivîsîn ku dîroka wê vedigere sala 1007-ê hicrî (1598)û di dawiya wê de wiha hatiye nivîsîn:
Ez danerê hejar ê nivîskarê bêtaqet û çav li rehma Xwedayê mezin; Þerefê kurê Þemseddînê rojekî yê kisrayî di dawiya meha muharrema 1007-ê hicreta Pêxemberî de -silavên Xwedê li ser bin- li bajarê Bedlîsê -Xwedê ji belayan biparêze- ji nivîsîn û rastkirina wê bûme.(14: 1981, r. 89) 30-ê muharrema 1007-ê hicrî dike 1-ê îlona 1598-ê.
3) Destnivîsa Muzeya Asyayê ya Akademiya Qeyser li S:t Peterburgê. Ev bi reqema 756 li ser navê Ruso qeydkirî ye. Nayê zanîn ku kengî hatiye nivîsîn lê xwediyê wê Ruso li serê notek daniye ku ew diyarî ye ji hakimê Sawucbulaxê(Mehabada niha).
4) Destnivîsa Muzeya Asyayê ya bin reqema 576-ê ku Baron Bud ji Îranê aniye. Ev nusxeyeka gellek kêm e.(14: 1981, r. 90)
Zernov di pêþgotina xwe de destnîþan dike ku ji bilî van destnivîsan li Awrûpayê jî hin destnivîs hene û agahdariyên bi vî awayî li ser wan destnivîsan dide:
Ji bilî van destnivîsên li Rûsyayê sê destnivîs jî li Avusturyayê li nik Dr. Barbe hene, Sir John Malcolmî jî li Londonê nusxeyek heye ku niha li nik Komeleya Asyayê ya Qiralî ya Birîtanya û Îrlandayê ye. Li Parîsê jî nusxeyek heye. Li Muzeya Birtanyayê jî nusxeyeka Mr. Rich heye ku li Kurdistanê bi destê wî ketiye. Ew du tercumeyên bi tirkî jî li Muzexana Brîtanyayê ne.(14: 1981, r. 93) Destnivîsên din li kutubxaneyên Brîtanyayê û yên Îstanbulê hene(3: 1983, r. 121) Me berê bahs kir ku M. Alî Awnî nusxeyek li Helebê li Kitêbxaneya Medresa Osmanî peyda kiribû û cildê pêþîn ji ber wê nivîsîbû, nusxeyek jî li ba Sureyya Bedirxanî hebû.
[biguherîne] Xebatên li ser Şerefnameyê
Hacî Xelîfe (Katip çelebî) ji bo danîna kitêba xwe ya bi navê cihannuma ji Þerefnameyê gellek fêde girtiye û navê wê jî di kitêba xwe de li gellek ciyan anîye(14: 1981, r. 82, û 3: 1983, r.121) Her wiha Zeynelabidîn ku kitêba Riyad el-Seyahe çêkiriye jî, di heqê kurdan de gellek tiþt ji Þerefnameyê wergirtine.(14: 1981, r. 82)
Şerefname du caran hatiye wergerandin ser zimanê tirkî. Yek ji wan ên ku ew wergerandine navê wî Samî bûye û wî, ev werger ji bo mîrekî kurdan ê bi navê Mistefa Beg kiriye1 (14: 1981, r. 82). Ev werger di salên 80-yê yên sedsala 17-yê de hatiye kirin û wergereke temam e. Wergera din berî vê ji bal Mehemed Begê Ahmed Begê Mîreza ve di sala 1078-ê hicrî(1667-68) bi kurtebirî hatiye kirin û heta niha du nusxeyên wê hatine dîtin(1: 1991, r.24 û 3: 1983: r. 121) Li Awrûpayê cara pêþîn Herbilo behsa Þerefnameyê kiriye û di du nivîsarên xwe de cih daye navê wê carekê bi navê Tarîxa Þeref Xan Bedlîsî carekê jî bi navê Tarîxa Kurdan.(14: 1981, r. 82)Wî navê kitêbê ji cihannumaya Katîp çelebî bihîstiye û di sala 1776-ê di wê kitêba xwe ya fransizî de ya bi navê Kitêbxaneya Rojhilatê ya Ferhanga Giþtî cih daye wê(3: 1983, r. 122) Wiha diyar e ku berî hemû awrûpayiyan Þerefname ketiye destê Sir John Malcolm(1769-1833) ê ku demekê li Hindistanê û li Îranê konsuliya Brîtanyayê kiriye û zimanê farisî baþ zanîbûye. Di cildê dudyê ê wê kitêba xwe de ya li ser tarîxa Îranê ew bikar aniye2. Vê nusxeyê mazinê eþîra mihêziyan ya kurd dayiyê. Wî li ser vê nusxeyê nivîsiye Kurden Kronik a von Sheref.(14: 1981 r. 82)
Dîroknivîs Etienne Marc QuatremËre ê Faransiz di tarîxa xwe de ya bi navê Tarîxa Moxoliyên Îranê çend perçe ji Þerefnameyê wergirtine. Ev kitêb di 1836-ê de hatiye weþandin(3:1983, r. 122).
Li bajarê Viyenayê, paytexta Avusturyayê, Þerefname ji alîyê G. A. Barbe ve hatiye wergerandin ser zimanê Almanî û beþ bi beþ di navbera salên 1853 û 1859-ê de li gel pêþgotineke wergêr hatiye belavkirin(1: 1991, r.25 û 3: 1983, r. 123).
Şerefnameyê zû bi zû bala rojhilatnasên rûsî jî kêþaye. X. D. Frahn zanayê pêþîn ê rûs e ku sala 1826-ê di yek ji wan rojnameyên Peterbûrgê de behsa navê Þerefnamê wekî çavkaniyeka mêjûyî ya yekcar giring kiriye. Her wê salê M. Volkoviç bi dirêjî behsa Þerefnamê kiriye. Piþtî sê salan Frahn careka din di yek ji wan nivîsên xwe de hatiye ser behsa Þerefnameyê û dawe kiriye ku zûtirîn wext orîjînalê kitêbê bê weþandin û bê derengî bê wergerandin ser zimanekî awrûpî. Piþtî Frahn, hin rojhilatnasên din jî dawe kirine ku Þerefname bê wergerandin. (3: 1983, r. 123).
Sala 1860-ê rojhilatnas û karbidestê Akademiya Zanyarî ya Rûsyayê F. Viljaminov Zernov(1830-1914) cildê yekê ê Þerefnameyê li Peterburgê da weþandin. Wî bi vê re pêþgotineka bîst rûpel a lêkolanê ya hêja bi zimanê fransizî jî pêþkêþ kir bahsa xebatên li ser Þerefnameyê ên heta dewra wî, hin agahdariyên li ser nusxeyên destnivîs ên Þerefnameyê û qîmeta wê ya zanistî ya di dîroka gelên Rojhilata-navîn de dike. Zernov du salan piþtî vê bi pêþgotineka heft rûpel cildê duduyê ê Þerefnameyê jî bi farisî da weþandin. (1: 1991, r. 23). Prof F. B. Charmoy, ku di wextê xwe de mezintirîn farisîzanê Awrûpayê dihat hesabkirin di navbera salên 1868 û 1875-ê de Þerefname wergerand ser zimanê fransizî û her du cildên wê jî bi vî zimanî li Peterburgê da weþandin. Bi saya vî zanayî Awrûpayî bi awayekî berfireh hay ji Þerefnameyê bûn. Ev karê han berhemê bêwestanê 30 salan bû. Wî wergera xwe ji ber çapa farisiya Zernov amade kiribû, lê ew dabû ber du nusxeyên destnivîs ên din jî.
çapa fransizî ya Þerefnamê çar cildên serbixwe bûn. Beþa yekê a cildê pêþîn di sala 1868-ê, beþa duduyê a cildê pêþîn di sala 1870-yê, beþa yekê a cildê duduyan di sala 1873-yê û beþa duduyê ya cildê duduyê di 1875-ê de hat weþandin(1: 1991, r. 25-26). Morli jî di fihrista Þerefnameyê de navên wan eþîr û mezinên ku þeþ hatine nivîsîn li ber wan her du tercumên wê yên tirkî rast kiriye ku di Muzeya Britanyayê de ne.
Larssen di behsa kurdan de kurtegotarek li ser tarîxa kurdan nivîsiye çend bûyerên balkêþ neqil kirine ku ji Þerefnameyê wergirtine.(14: 1981, r. 87)
[biguherîne] Rojhilatnasiya sovyetî û Şerefname
Hejmarek zêde ji rojhilatnasên Sovyetê, çi ji bo nivîsên xwe yên li ser dîroka Kurdistanê, çi jî yên herêmên din ên Rojhilata-navîn be, gellek ji Þerefnameyê îstîfade kirine. Di salên 30-an de, ji rojhilatnas û kurdnas F. P. Rastopiçin hat xwestin ku ew Þerefnamê wergerîne ser zimanê rûsî, lê gellek mixabin ku mirina bêwext musaeda cîbicîkirina vî karê zanistî yê pêwîst neda (1: 1991, r. 19-20). Di dawiya salên 50-yan de Beþa Kurdî ya Liqa Lenîngradê ya Unîversîteya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistî ya Sovyet karê wergerandin Þerefnamê ji farisî ser bi zimanê rûsî siparte Eugenia Vasilieva. Xebateka wiha çend sal dixwestin. Di encama vê xebata rojhilatnas û kurdnasa jêhatî de, di sala 1967-ê de cildê yekê hat weþandin(1: 1991, r. 19-20). Cildê yekê yê Þerefnameya bi zimanê rûsî 619 rûpel in, 412 rûpelên wê ji nivîsandina Þeref Xan pêk hatiye. Yên din ji pêþgotin, paþgotin û kurtebahseka bi îngilîzî ye ku li ser kitêbê hatiye nivîsîn. Ev hemî ji bal Eugenia Vasilieva ve hatine amadekirin(1: 1991, r. 21). Eugenia Vasilieva di pêþgotinê de li ser giringiya Þerefnameyê sekiniye û qîmeta wê ya bilind a zanistî daye diyarkirin û gellek zanyarî û agahdariyên di vî warî de xistine navê. Di vê pêþgotinê de Vasilievayê bi dirêjayî behsa dîroka lêkolînên Þerefnamê û destnivîsên wê dike(1: 1991, r. 21). Cildê duduyan ê Þerefnamê ku Þerefxan navê Xatîme lêkiriye jî, ji bal Eugenia Vasilieva ve hatiye wergerandin ser zimanê rûsî û bi pêþgotinekê di sala 1976-ê de li Moskovayê hatiye weþandin.(3: 1983: r. 125)
çend mehan piþtî vê, fermanberê zanistî yê Unîversîta Gelên Rojhilata Nêzîk û Navîn a ser bi Akademiya Zanyarî ya Azerbaycana Sovyetî Mehmet Þemsî payeya xwe ya doktorayê bi wê xebatê stend ku bi navê Þerefnameya Þeref Xanê Bedlîsî wek Serokaniya[çavkaniya] Dîroka Gelê Kurd li ser Þerefnameyê amade kiribû(1: 1991, r. 20). Ev nameya han a ku di 1967-ê de temam bûye(3: 1983: r. 124) bi azerî hatiye nivîsîn û kurtiyeka wê jî bi rûsî hatiye weþandin. Piþtî vê bi demekê doktoraname bi xwe jî wekî kitêb serbixwe li Bakuyê hatiye weþandin.(1: 1991, r. 20).
Dr. Mehmet Þemsî di doktoranameya xwe de bi dirêjayî behsa jiyan û serpêhatiyên Þeref Xan û rewþa jiyana siyasî û civakî ya Kurdistanê ya sedsala16-yê dike û li ser naveroka Þerefnamê disekine. Ji bo zelalkirina van bahsên han hejmarek gellek zêde çavkaniyên wekî Nuzhetuíl-Qulûba Hamdullah Qezwînî û berhemên birrek dîroknivîsên hevçaxê Þeref Xan bikar tîne, her wekî berhema Qazî Ahmedê Xeffarî(1: 1991, r. 28 û 3: 1983, r. 125).
Dr. Þemsî jî bi dirêjayî li ser qîmeta Þerefnamê radiweste û wiha dinivîse: dîroknivîsên piþtî Þeref Xanî ên wekî Katip çelebî, Ewliya çelebî û gellekên din di berhemên xwe de ji hemû çavkaniyan zêdetir Þerefname bikar anîne.(1: 1991, r. 28) Di eynî wextê de Dr. Þemsî þaþîtiyekê jî rast dike ku grûbek dîroknivîs êdîa dikin guya Þeref Xan, Þerefname bi teþwîqa þahê Îranê nivîsiye. Di rastiya xwe de wextê Þeref Xan Þerefname nivîsiye nêzîkayiya wî bi sultanên osmaniyan re zêdetir bûye û heta osmaniyan alîkariya wî jî kirine(1: 1991, r. 28).
Dr. Mehmet Þemsî ji bilî doktoranameya xwe zincîregotarên zanistî li ser Þeref Xanê Bedlîsî û Þerefnameyê nivîsîne, her wekî Dîroknivîsê bi nav û deng ê kurd Þeref Xanê Bedlîsî û Behsa serîhildanên sedsala þanzdehan a eþîrên kurdan di Þerefnameyê de.(1: 1991, r. 28).
[biguherîne] Xebata kurdan li ser Şerefnameyê
Mele Mehmûdê Bayezîdî kurdê herî pêþîn e ku Þerefname wergerandiye ser zimanê kurdî. Wî ev kar di sala 1858, an 1859-ê de temam kiriye ku Aleksandre Jaba; konsolosê Rûsyayê yê wê demê yê Erzuromê yekser ev werger þandiye Peterburgê. Ev karê ku bi destxeta Mela Mehmûdê Bayezêdî bi xwe hatiye nivîsîn îro li Kitêbxaneya Giþtî ya Saltikof Þêdrîn li Peterburgê tê parastin. Di van salên dawiyê de kurdnasê hêja J. S Mûsaelian lêkolînek li ser vê wergerê kiriye û bi pêþgotineka xwe û ya K. K. Kurdoev a muþterek orîjînala wê ya kurdî daye çapkirin. Ev çap di 1986-ê de li Moskovayê pêk hatiye ( 7: 1986, Moskova). Muhemmed Alî Awnî(1897- 11-ê temmûza 1952-yê li Qahîreyê) cara pêþîn di sala 1931-ê de çapa farisî ya cildê pêþîn ê Þerefnamê daye weþandin. Wî ji bo vê çapê pêþgotin û jêrenotên hêja amade kirine. Ew cara pêþîn di sala 1922-yê de, di Kitêbxana Medreseya Osmanî de nusxeya destnivîs a Þerefnameyê dibîne, cildê pêþîn ji ber dinivîse û li gel xwe dibe Misrê. Li wir bi Þêx Ferecullah Zekî Kurdî re li ser Þerefnamê diaxive û dibîne ku nusxeyek ji çapa rûsî ya 1860-ê û nusxeyeka destnivîs a Sureyya Bedirxanî li nik wî hene û ew jî li ser vê eserê kar dike (14: 1981, r. 76). Piþt re Þêx Muhyeddîn Sebrîyê Kurdî (bavê wî Zekeriyya Muhyeddîn e ku destê rastê yê Cemal Abdulnasir bû) ji ber ku baþ farisî dizanî û di edebiyata farisî de þareza bû xwe gîhand wan û her siyan bi hev re dest bi karê amadekirina çapa farisî kirin (14: 1981, r. 77). Hersê nusxe dan ber hev lê çapa Rûsyayê kirin esas û di xebata salekê de ew amade kirin. Ev nusxe di 1931-ê de li Qahîrê weþiya.
Muhammed Alî Awnî, her du cildên Þerefnamê kirine erebî û Yehya Xeþab ji her cildekê re pêþgotinek nivîsîye. Piþtî mirina Muhammed Alî Awnî wergera cildê yekê di sala 1958-ê de, ya cildê duduyê jî di 1962-yê de li Qahîrê hatiye weþandin (15: 1991, r. 5-6). Ew pêþgotina ku Zernov li Rûsyayê ji bo çapa pêþîn a farisî nivîsiye di van wergeran de jî heye.
Mela Cemîl Bendî Rojbeyanî (1912- ) ji bo wê wergera xwe ya erebî pêþgotinek nivîsiye, li berhemên Husên Huznî Mukriyanî û Muhammed Emîn Zekî Beg û gellek kitêbên tir bi hûrî nihêrtiye û agahdariyên ku bi dest xistine wekî þerhan di wergera xwe de bicih kirine. Ev wergera han di sala 1953-yê de li Bexdadê weþiyaye (14: 1981, r. 45 û 54).
Mamosta Hejar Mukriyanî cara pêþîn cildê pêþîn ê Þerefnameyê wergerandiye ser zimanê kurdiya baþûr(soranî) û ev çap di 1972-yê de li Necefê ji bal Korrî Zanyarîy Kurdî ve hatiye weþandin. Her ev çapa han bêyî dest lêdan cara duduyan di sala 1981-ê de li Tahranê hatiye weþandin. Di pêþiya vê wergerê de pêþgotin û sipasnameyeka Mamosta Hejar, agahdariyek li ser wan kurdên dîroknas ên ku di amadekirina Þerefnameyê de bi kêrî Hejar hatine; her wekî Husên Huznî Mukriyanî, Mihemed Emîn Zekî Beg, Muhammed Alî Awnî, Mela Cemîl Bendî Rojbeyanî hene. Piþt re hin bîr û baweriyên wan zanayan tên ku li ser wergera Þerefnameyê ya bi ser zimanê kurdî nivîsên xwe pêþkêþ kirine. Nivîsara Mesûd Muhammed, Elaeddîn Seccadî, Hêmin Mukriyanî û Dr. Kemal Mezher Ahmed ev nirxandin in. Piþt re pêþgotina ku Muhammed Alî Awnî ji bo çapa farisî a 1931-ê nivîsîye û di pey wê re ew pêþgotina lêkolînî ya hêja ku ji bal Zernov ve ji bo çapa pêþîn a farisî hatiye nivîsîn jî di wê wergera kurdî ya Hejarî de cih digrin. Îhtîmal e ku pêþgotina Zernov di çapa Misrê ya farisî û piþt re jî di ya erebî de ku ji bal Awnî ve hatine amadekirin cih girtiye û ji wir jî hatiye wergerandin ser zimanê kurdî û di wergera Hejarî de bicih bûye (14:1981, r. 74 û 81). Li pey pêþgotina Zernov vê carê pêþgotina Muhammed Alî Awnî tê ku ji bo çapa erebî nivîsiye. (14: 1981, r.96).
Dîroknasê misrî Yehya Xeþab jî lêkolîneka dûr û dirêj li ser dîroka kevn û nû ya kurdan ji bo vê wergera Muhemmed Alî Awnî amade kiriye û ew di wê çapê de hatiye weþandin. Piþt re ev lêkolîn hatiye wergerandin ser zimanê kurdî û di Þerefnameya wergera Hejarî de jî wekî pêþgotinekê ciyê xwe girtiye. (14: 1981, r. 109) Her wiha di vê wergerê de nivîsareka lêkolînî ya li ser Þerefnameyê û kurdnasiya Sovyetî ji bal Dr. Kemal Mezher Ahmed ve hatiye amadekirin. Wê nivîsara nirxandin û lêkolînê ya Dr. Kemal Mezher Ahmed piþt re bi hin nivîsarên din re wekî berhevokekê di nava kitêba wî ya bi navê çend lapere le Mêjûyî Gelî Kurd di sala 1985-ê de li Iraqê hatiye weþandin. Dûv re Elî Þêr ev kitêb kiriye kurmanciya bakur û ew di sala 1991-ê de li Stockholmê hatiye weþandin. (1: 1991, Stockholm). Di kitêba Hejarî de, piþt re wergera cildê yekê ê Þerefnameyê tê. Gava ew xelas dibe nameyeka Ziya Þerefxan, fîhrîst û ferhengokek û jiyannameyek ku Hejarî bi xwe nivîsîye tê. Herî dawîn jî, li ser dema berî sala 1972-yê ya tevgera Kurdistana Iraqê lêkolînek heye. Bi tevayî ev wergera Hejar Mukriyanî 176 rûpelên pêþgotinan û 871 rûpelên din in(binêre; 14: 1972 û 1981).
Mehmed Emîn Bozarslan cildê yekê yê çapa Qahîrê ya weregera erebiya Muhemmed Alî Awn? kiriye tirkî û cara pêþîn tirkiya wê di sala 1971-ê de li ­stanbulê hatiye weþandin. Her vê wergera han cara duduyan di 1976-ê û ya sisiyan jî di 1990-ê de li Istanbulê hatiye weþandin(15: 1990, Istanbul)
Qanadê Kurdo jî di sala 1972-yê de di wê gotara xwe de ya bi navê Kurdnasî weþandiye, behsa Þerefnameyê kiriye. Di vê gotarê de Q. Kurdo, bi taybetî bal kêþaye ser destnivîsên kevn ên Þerefnamê (1: 1991, r. 30).
Ji kurdan yek jê jî yê ku bala xwe pirr daye ser Þerefnamê Dr. Kemal Mazhar Ahmed e. Ew wek dîroknas bi awayekî ciddî li ser vê berhema hêja rawestiyaye, lêkolîn li ser kirine ew kesên ku li ser wê xebat kirine û bi taybetî rojhilatnas û kurdnasên sovyetî yên ku li ser Þerefnameyê rawestiyane raxistiye ber çavên xwendevanên kurd. Nivîsara wî ya pêþîn a di vî warî de ew e ku me li jorê binav kir ku wekî pêþgotin di Þerefnameya wergera Hejar de hat weþandin û cara duduyan ji di kitêba wî de ya bi navê çend lapere le mêjûyî gelî kurd ciyê xwe girt. Ev kitêb wekî me berê jî nivîsî cara duduyan bi kurmancî li Stockholmê hat weþandin. Dr. Kemal Mezher Ahmed di sala 1983-yê de kitêba xwe ya bi navê Mêjû - kurtebasêkî zanistî mêjû we kurd û mêjû li Bexdayê da weþandin ku ev kitêb li ser teorî û dîroka mêjûyê radiweste, behsa dîroknasên dewra kevn û yên nuh ên kurdan û berhemên wan, cih û rola wan di dîroka gelê kurd de dike. Di vê navberê de cihekî gellek giring jî dide Þerefnamê û nivîskarê wê Þeref Xanê Bedlîsî. Wan xebat û wergerên ku li ser Þerefnamê û nivîskarê wê hatine kirin dinasîne û bîr û baweriyên wan pêþkêþî xwendevanên kurd dike. Di vir de jî xebatên kurdolog û rojhilatnasên Rûsya Qeyserî û Yekîtiya Sovyetan cihekî giring digre. Ew bi xwe jî bîr û baweriyên xwe li ser Þerefnamê û nivîskarê wê dide û qîmetek gellek mezin dide wan. (binêre; 3: 1983, r. 104-132)
Mamoste Abdulreqîb Yûsuf nivîsareka lêkolînî li ser wan mînyaturên di nava nusxeya pêþîn a destnivîs de nivîsiye. Ew nusxe bi destxeta Mîr Þeref Xanî bi xwe hatiye danîn. Beþekî ji nivîsara Abulreqîb Yûsufî di hejmarên 116 û 117-yê Rewþenbîrî Nwê de di 1988-ê de li Iraqê hatiye weþandin. Piþt re tevlî beþê neweþandî Elî Þêr hemû wergerandiye ser kurmanciya bakur û ew li gel 20 mînyaturên rengîn di nava weþanên Jîna Nû de sala 1991-ê li Swêdê wekî kitêb bi navê Hunerên Tabloyên Þerefnamê hatiye weþandin. Di vê lêkolînê de Abdulreqîb Yûsuf bi hûr û kûrî li ser wan 20 mînyaturan radiweste û wan ji alî hunerê neqqaþî û resamî ji alî naveroka mînyaturan a dîrokî û etnografî tehlîl dike. Wî bi xwe kopyeka vê destnivîsa Þerefnameyê ji Kitêbxaneya Oxfordê ya bi navê Bodleianê daye anîn û lêkolîna xwe li ber kopyayên reþ û sipî yên mînyaturan amade kiriye. Piþt re Jîna Nû nusxeyên rengîn ên van mînyaturan ji kitêbxaneya navderbasbûyî daye anîn û kitêb li gel van mînyaturên rengîn ên gellek bi qîmet hatiye weþandin. Qîmetê van mînyaturan gellek zêde ye. çimkî ji aliyekî ve ew teswîra wê demê ya civaka xanedanî û bi giþtî ya kurdan a mîmarî, kultur û medeniyeta wan nîþan didin. Ji aliyê din ve jî Abdulreqîb Yûsuf êdîa dike ku îhtîmaleka mezin ev mînyatur ji destê Þeref Xanî bi xwe derketine. Gava meriv bibîr bîne ku Þeref Xanî di dema piçûktiya xwe de di harema xas a Þah Tahmasbî de xwendiye, yên li wê derê hunerên neqqaþî û resamiyê jî hîn dibûn û bi gellek hunermendên wê demê yên bi nav û deng re radibûn û rûdiniþtin, ev îddîa ne gotinaka vala ye. Þeref Xan yekî herî bi nav û deng ê xetatên farisî hatiye hesibandin û navê wî li gel navên xetatên mezin derbas bûye; wekî Mîr Elî Tebrîzî, Îmadeddînê Huseynî, Muhemmed Riza Tebrîzî û Hesen Þamîlo (19: 1991, r. 23-24).
Em ji bîr nekin ku karên wiha yên hunerî, di qesra xanedaniya mîrên Bedlîsê de gellek belav bûn. Gava Ewliya çelebiyê tirk li gel Melîk Ahmet Paþa çû Bedlîsê wê gavê neviyê Þerf Xanî Mîr Evdal Xan li ser hukum bû. Ewliya çelebî gava behsa Mîr dike bahsa bi dehan huneran dike ku Mîr di wan de bikêrhatî û zîrek bûye. Ressamî û neqqaþî jî di nava van huneran de ye. Lewra jî mesela zanîna van huneran ne xas e bi Þeref Xanî tenê ve, diçe digihîje mîrên din jî (binêre, 19: 1991).
Elîşêr ev demek e li ser Şerefnameya wergêra mamoste Hejarî radiweste ku wê wergerîne ser kurmanciya bakur. Wergera wê temam bûye. Di dema ku ev nivîsar tê nivîsîn ev werger ji bo ku bi munasebeta 400 saliya Þerefnameyê bigihîje ber destê xwendevanên kurmancîaxêv di çapxanê de bû.
[biguherîne] Binere herwiha
[biguherîne] Çavkanî
Mûrad Ciwan: Şerefname; pencereya kurdan a ber li mêjûyê