Çaxa Antîk
Ji Wîkîpediya
Çaxa Antîk an Antîk (latînî antiquus) çaxeke dîrokzanên Ewropa ji bo dor Derya Navîn salix da ye. Ew ji sedsala 8'an b.z. de dest pê dike û heta sedsala 6'an paş zayînê dajo. Di dema Antîk de bi gelemperî Elen (Hellen) û Împaratoriya Roma serwerî ajotî bû.
Antîk bi dewletên Elenîk re destpê dike û bi hilwaşîna Împaratoriya Romaya Rojhelata di 476an re xelas dibe. Yewnanan di sedsala 8'an de dest bi kolonî kirina dewletên dor xwe kir û pê re jî heta Anatolîya dor derya navîn kir. Îskenderê Mezin xakên heta hundura Asya dagir kirin û ji pê re jî împaratoriya Roma dor derya Navîn serwerî ajotî bû.
[biguherîne] Yewnana Antîk
Yewnana Antîk heta xiristîyanî der tê ye. Gorî dîroknasan wê bandorake mezin li ser împaratoriya Roma û şarmendîyê ewropa kirî ye. "Yewnana Antîk" bi erdnîgarî ji bo xakên li ser yewnanî dihat axaftin tê bikaranîn; nîvgirava Yewnan, Qubris, giravên Ege, Anatolîya (Îyonya), Sîcîlya û başûra Îtalya bû. Di wê demê de demeke yewnanan heta Nîvgirava îber û Misir yewnanan belav bû bûn. Di dora 700 b.z. Homeros îlyada û odessa nivisandî bû. Di sedsala 8'an Lîskên Olympî dihat saz kirin. Dema Elenîk bi mirina îskenderê mezin re dest pê dike û bi dagir kirina Yewnanîstana ji alîya împaratoriya roma di 146 b.z. re xelas dibe.
[biguherîne] Roma Antîk
Roma Antîk dewleta di antîk di sedsala 9'an da di bajarê Roma de der ketî bû. Di dema jiyandar bû wê monarşî, olîgarşî, komar û împaratorî dît. Wê di wan 20 sedsalan serwerî ajotî de dor derya navîn gelek bandorî bû. Împaratorî di sedsala 5'an de pêşin bu du paran û ji pê re jî ya rojava hilwaşîya û ya rojhelat jî wek Bîzans serwerî ajot. Bi gelemperî va bûyera wek dawîya Çaxa Antîk û destpêka Çaxa Navîn tê pejirandin.