Bûyerên rojane
Ji Wîkîpediya
Li vê derê gotarek bi zimanekî din hebû. Ev gotar hat jêbirin, ji ber ku ne bi kurdî bû. Ji kerema xwe gotareke bi kurdî (kurmancî, soranî, zazakî) binivîse.
Heke tu bixwazî bizivirînî, tu dikarî bi hilfirîna "dîrok" guhertoya kevn ragihînî.
Eger îtîrazên te hebin, di rûpela nîqaş a vê rûpelê de binivîse.
|
|||||||||||||||||||||||||||||||||
|
Di vê rûpelê de bûyerên rojane tên lîstekirin. Ji bo lîsteyeke rojên salê bi rengê "Di Dîroka de Îro" biçe: Rojên salê.
Very cool design! Useful information. Go on!
[biguherîne] تهقینهوهیهك له ماڵێكی ناحیهی تهكیه روویدا
[19:10 , 24 May 2006] سلێمانی- كاتژمێر نۆی شهوی رابردوو، له ماڵێكی ناحیهی تهكیهی سهربه قهزای چهمچهماڵ، تهقینهوهیهك روویداو و بووهته هۆی برینداربوونی پێنج كهس له ئهندامانی ماڵهكه. بهپێی لێكۆڵینهوهكانی ئاسایش، تهقینهوهكه له ئهنجامی بهكارهێنانی باروت بووه بهمهبهستی بهرههم هێنانی گهچ لهلایهن هاوڵاتی بههجهت كاكهمین كه خاوهنی ماڵهكهیه. بههۆی تهقینهوهكه، تهواوی ئهندامانی ئهو خێزانه كه ژمارهیان پێنج كهسن برینداربوون و بهمهبهستی چارهسهركردن گهیهنراونهته نهخۆشخانه. ههمان سهرچاوه ئهوهشی روونكردهوه، كه تهقینهوهكه هیچ دهستێكی له پشتهوه نهبووه، تهنها بههۆی ههڵهی بهكارهێنانی باروتهوه بووه. جێی ئاماژهیه كه سێ كهسیان برینهكهیان سهختهو لهژێر چاودێری دان.
[biguherîne] Reşemî 2005'an
- 15'ê reşemiyê - 6. salvegera komploya navnetewî li hemberê Abdullah Öcalan
- 14 reşemî - Li paytexta Libnanê Beyrûdê, ji ber teqîna wesaîteke bombebarkirî serokwezîrê berê yê Libnanê Rafik Harîrî li gel 9 kesên din hatin kuştin. Di encama êrîşê de herwiha 100 kesên birîndar bûn.
[biguherîne] Çile 2005'an
- 7'ê rêbendanê - 1. salvegera Wîkîpediya ya kurdî
[biguherîne] Berfanbara 2004'an
[biguherîne] Sermaweza 2004'an
[biguherîne] Kewçêra (cotmeha) 2004'an
- 23'ê kewçêrê - 5. salvegera şahadeta Andrea Wolf (Ronahî)
- 7'ê kewçêrê - Di televizyona "Tatlises TV" de klîba Rojhan Beken bi navê 'Şîrîna min' bi zimanê kurdî hat weşandin.
[biguherîne] Rezbera 2004'an
- 27'ê rezberê
- 26'ê rezberê
- Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTÜK), bi hinceta ku GUN Tv'yê cih daye axaftinên bi kurdî, der barê televîzyonê de ji bo mehekî girt.
- Piştî Wan, Êlih, Amed, Edene û Rihayê Qursa Perwerdehiya Zimanê Kurdî li Stenbolê jî vekirina xwe pêk anî.
- Li encama peqîna otombîlekê li Dîmeşqê endamekê bilindê giropa çekdarîya Hemas ya Felestînî Izzetdîn Şêx Xalîl hate kuştin.
- 25'ê rezberê
- Şaredariya Qoserê pirtûka Delîl Mîrsaz a bi navê 'Ji Ava Ferad Dilopek' bi boneya Mîhrîcana yekem a Çand û Hunerê belaş belav kir. Pirtûka ku ji aliyê weşanên aram ve hatibû weşan ji 12 çîrokan pêk tê û bi taybetî bûyerên piştî salên 1980'î wekî mijar digire dest.
- PMF (Peace Monitoring Force) ko bi armanca nehêle PDK û YNK şerî bikin hatibû danîn yek car û bi carekê ji Kurdistanê derdikeve.
- Hate îdîakirin, ku artêşa Tirk, li zozanên Berçêlanê yên Colemêrgê, bi bahaneya ku gerîllayên HPG'ê li herêmê henin, çekên kîmyewî bikar aniye.
- Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Abdullah Gul ku ji bo cîvîna gişti ya Neteweyên Yekbûyî li Emerîkayê bû ji Wezîrê karên derve yê Emerîkayê xwest ku li dijî Kongra-Gel gavên ber bi çav biavêjin.
- 24'ê rezberê
- Mesûd Barzanî got bila ti kes wisa nehesibîne ko Kerkûk dê li derveyî Kurdistanê bi awayekê dagirkirî bimîne û got kurd dixwazin problema Kerkûkê li gor qanûna bingehî ya miweqet ya Iraqê bête çareser kirin.
- 23'ê rezberê
- Tirkiye û Yekitiya Ewrupayê li hev kirin. Endamê ji firehkirina Yekitiyê berpirsyar Gunter Verheugen diyar kir ku êdî tu şertê wan nemaye.
- Artêşa Tirk li derdora gundê Xozmerek a girêdayî navenda Dêrsimê operasyoneke fireh da dest pê kirin. Tê gotin, Helîkoptêrên Kobra jî ji hewayê piştgirî didin operasyonê û ji seat 9`an û pê ve jî dest bi bombebaran kirina, çiyayên li derdora Xozmerekê kirine.
- 22'ê rezberê
- Li herêma di navbera Navçeya Depe ya Elezîzê û Navçeya Mazgêrta Dêrsimê de, di navbera Hêzên Parastina Gel (HPG) û Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de pevçûn derketiye.
- 21'ê rezberê
- George W. Bush berevanî ji biryara xwe dike bo dagîr kirina Iraqê li gûtara xwe ji bo civata giştîya Neteweyên Êkgirtî li New York.
- Dewleta Sûriyeyê eskerê xwe yê li Libanê paş ve dikişîne. Pêwendiyên Sûriye û Emerîkayê baştir dibin û berpirsyarekî bilind yê emerîkî dê biçit Sûriyeyê.
- 20'ê rezberê
- Musa Anter di 12. salvegera qetlkirina xwe de li Amedê li kuçeya ku hate kuştin, bi tevlibûna hezar û 500 kesî hate bibîranîn. 8 ciwan bi mudaxaleya polîsan hatin binçavkirin.
- Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê sala 2004'an hatin dayîn.
- Konsera Hozan Diyar ku bi organîzasyona Navenda Çand û Hunera Serhedê, li Wanê li dar ket, ji ber îzdîhamê 3 caran navber hate dayîn. Nêzî 15 hezar kes tevli konserê bûn.
- 19'ê rezberê
- Rêxistina bi navê "Ensar el-Sune", di malpera xwe ya li ser înternetê de, bi belavokek diyar kiribû ku li nêzikî Qesabaya Tacî ya ku 30 kîlometre li bakûrê Bexdayê ye, 3 endamên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) revandine û stuyê wan jêkirine.
- 18'ê rezberê
- Li Kerkûkê, li ber Biryargeha Muhafizên Neteweyî êrîşek întîxarî pêk hat. Di encama êrîşê de 23 kes mirin.
- Leşkerên ku li Gumuşhaneyê derketin operasyonê, gundî gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de 2 kes hatin kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.
- 17'ê rezberê
- Rêxistinên Civakî yên Îslamî nerazîbûna xwe yên li dijî Pêşnûmaya Zagona Cezaya Tirk nîşan dan û diyar kirin ku di nava pêşnûmayê de gelek xalên li dijî azadiya raman û azadiya baweriyê hene.
- 16'ê rezberê
- Teyrêbazên Azadiya Kurdîstan TAK`ê diyar kir ku wan li Enqerê li hemberî Navenda Moral û Perwerdehiya Polêsan çalakiyeke bombeyî pêk anîne.
- 15'ê rezberê
- Navenda Çand û Hunera Serhadê (NÇHS) ya Wanê ku ji bo konsera Hozan Diyar serî li Walîtiyê dabû, destûra konserê stand.
- 14'ê rezberê
- Li Mûşê treneke amûrên leşkerî hat teqandin. Rayedaran nehişt ku rojnameger bikevin herêma bûyerê.
- Li dijî Waliyê Duhoka Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Ahmed, sûîkast hate lidarxistin.
- 13'ê rezberê
- Li Cizîrê Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê vebû
- 12'ê rezberê
- Salvegera darbeya 12'ê îlonê li Tirkiyê.
- 11'ê rezberê
- Verheugen ji bo endamtiya Tirkiyê ya ji Yekîtiya Ewropayê re sala 2015'an nîşan da
- 3. salvegera êrîşên 11`ê îlonê
- 10'ê rezberê - Hêzên Parastina Gel ji bo bibîranîna Kemal Pîr li navçeya Kelkîta Gumuşhaneyê çalakî li dar xist.
- 9'ê rezberê - Li Amedê di pêşbirka zebeşan de zebeşa bi 50 kîlo û 200 gramî bû yekemîn
- 8'ê rezberê - Hejmara windayiyên DYA'yê yên di şerê Iraqê de, ji hezarî derbas bû.
- 7'ê rezberê - Wezareta Dadê ya Holandayê biryara teslîmkirina Nuriye Kesbîr erê kir
- 6'ê rezberê - Komîserê Berpirsyar ê ji Berfirehbûna YE'ê Verheugen li Amedê bi parlamentera DEP'î Leyla Zana re hevdîtinek pêk anî
[biguherîne] Gelawêja 2004'an
[biguherîne] Pûşpera 2004'an
- 7'ê pûşperê, duşem - TRT'ê bi zimanê dayîk dest bi weşanê kir
[biguherîne] Gulana 2004
- 29'ê gulanê, şemî - Di vekirina konsera 4'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê de, Hozan Brader ji ber ku di konserê de Sirûda 'Hernepêş' xwend, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştî 4 katjimêran şûnde serbest hate berdan.
- 28'ê gulanê, în - Konseya Fermandariya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku agirbesta ku di 1'ê rezbera sala 1998'an de bi awayekî yek alî hatibû îlankirin, bi dawî bûye.
[biguherîne] Adar 2004'an
- 12'ê adarê, în - Qamişlo. Li Sûriye nijadperestên Ereb êrîş ser kurdan kirin. 19 kes hatin kuştin.
[biguherîne] Reşemiya 2004'an
- 16'ê reşemiyê, în - Parîs. Bi biryara dadgehekê televizyona kurdî "Medya TV" hat girtin.
- 1'ê reşemiyê, yekşem - Kurdistan/Hewlêr. Du bombe di navendên PDK û YNKê de hatin teqandin û ji sed kesî zêdetir mirin.
Meh |
rêbendan | reşemî | adar | avrêl | gulan | pûşper | tîrmeh | gelawêj | rezber | kewçêr | sermawez | berfanbar Navên din: çile | sibat | adar | nîsan | gulan | hezîran | tîrmeh | tebax | îlon | cotmeh | mijdar | kanûn |
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Bûyerên rojane hene. |