Çayirli (navçe)
Ji Wîkîpediya
Mans (tirkî: Çayirli) yek ji navçeyên Erzinganê ye. Navê wê yî Mans di sala 1954 de ji aliyê dûgela Tirk ve hatiye qedexekirin û navê Çayirli hatiye danîn.
Navçe li bakurrojhilatê Erzinganê dikeve. Firehiya erdê navçeyê 1.480km² û bilindahî ji rûyê avê 1.520m ye. Li dora navçeyê çiyayên Keşîş, Spîkor û Coşan hene. Gorî hejmartinên sala 2000 hejmara navenda navçeyê 6.547 û bi giştî jî 18.401 e.
Mans yek ji navçeyên Bakurê Kurdistanê ye. Dîroka herêmê dişibe wekî dîroka Dêrsim û Xarpetê. Di sala 1918 de herêm ketiye bin dagirkeriya dûgela Tirkiyê.