Çiyayê Şerevdînê
Ji Wîkîpediya
Çiyayên Şerevdînê, komeçiyayek li herêma Serhed a Bakurê Kurdistanê, di nava parêzgehên Çewlîk û Mûşê de ye.
Bilindahiya çiyê digihîje 2.544 m. Di nav tixûbên Kanîreş, Bongilan(Solaxa) û Gimgim ê da ye. Biharan bêyî niştecîhên herêmê malîvanayê ji koçeran ra jî dike, zozanek bi adane, cûr be cûr kulîlk û gîha têde hişîn dibe,hela kinkor û kivkarikên li wir hişîn dibe gelek navdare, ji bo ajalvanîye cîhekî gelek başe. Wargehê zozanan e û di stranên Kurdî de navê wê gelek derbas dibe. Di hin stranan de navê wê wekî "Şerefdîn, Şêr Evdîn" jî derbas dibe. Dewleta Tirk navê wê kiriye Şerafettin. Li Çiyayên Şerevdînê gelek cihên cografîk ên navê şêr tê de derbas dibe hene. Gundê Siltaşêr, Ziyareta Şêr Evdîn, newala şêran hwd. Tê texmîn kirin ku yan çiyê navê xwe ji wextekê hebûna şêran girtiye yan jî ji Ziyareta Şêr Evdîn girtiye. Sedî sed ti elaqeya vê navê bi Şerafettin a Erebî nîne.
Di dîrokê de jî roleke girîng lîstiye. Serhildanên Şêx Seîd, Berxwedana Yado hwd de bi dewleta Tirk re şerên mezin li vê cografyayê pêk hatine. Di strana bi navê "Kilama Sê biran" de wekî wargehê birayê Êzidî, Hebîbaba derbas dibe. Niha jî bi navê "Ziyareta Hebîbaba" û bi navê "Gundê Hebîbaba (Hebîba, Heyîba, Hebîban) cih hene. Tenê etîmolog û dîroknas dikarin bingeha navên cografîk ên Kurdî îzeh bikin. Ji bi îzehkirina wan jî pêwîstî bi van materyalan hebû.
Havînan heya dawiya meha 6emîn hêj berf li lûtkeyên çiyê tê dîtin. Warê Amasya, Warê Rindalyan, Warê Qelinçûkê, Warê Qeremêşê, Bireka Hişkiyê, Newala Hirçê (Newala Evdo), Kêl, Warê Siltaşêr, Gola Mezin, Gola Piçûk, Mêrga Dirêj, Geliyê Kinkorê hwd hin ji navên cografîk li çiyê ne.