Çiyayê Cûdî
Ji Wîkîpediya
Çiyayê Cûdî yek ji çiyayên mezin ên bakurê Kurdistanê ye. Çîyayê Cûdî dikeve navbeyna Şirnex û Silopiyê de. Cûdî ji wextê Nûh Pêxember, kû Gemîya wî heta îro jî meşhure û niha çîyayek gelekî giringe. Tête zanin, ku heta Gemîya Nûh Pêxember di wextê Tofana Nûh de liser çîyayê Cûdî sekinîye. Ji hingê û heta niha, Cûdî wekî çîyayek bi xêr tête naskirin. Her sal ji gelek derên Kurdistanê û heta ji derveyê Welat jî mirov dihatin ku herin ser Sefîneya çîyayê Cûdî. Mehek an jî heyvek sax diman liser Sefîneya çîyayê Cûdî.
Bes niha ji salên 1995 an pêde Çîyayê Cûdî hatîye qedexe kirin, ji ber ku eve 10 salin Tirkî Operasyonên xwe yên leşkerî di vê menteqê û heremê de bicih tîne.
- Çîya`yê Cûdî û daristanên wê di nav sala 2006 de gelek caran ji alîyê leşkerê Tirk ve hatîye şewitandin. Wextê ku xelkê herêma Şirnex, Cizîr û Silopî nerazîbûna xwe li dijî agiberdana çîya`yê Cûdî nîşan didan, leşkeran ne dihêlan ku agir werde vemirandin. Îsal heta çar û pênc caran ji alîyê leşkeran ve agir berdane Cûdî.
Nivîsana paşîn:Tebaxa sala 2006 an.
[biguherîne] Cûdî di helbestan de
ÇIYAYÊ CÛDÎ
Serê çiyayê Cûdî tu raweste û binêr. Axa welatê kurdan hemû zîv û tev zêr. Ji wê dê tu dibînî Şernex, Zaxo û Cizîr Sed heyf û sed mixabin hemî bê hakim û mîr Gulî, Sindî, Silopî weko eynê diyar e Bêspin, Bêþêr û Hevler hatin bi yadîgar e Berde, Dêrgul, Herekol, heta bicit Piştkever Tor û Singar û Bêxêr kêla Memê Beranber Hemî qesta te dikin ey Cûdiyê miradan Tu qiblegah î îro ji bo vî qewmê kurdan Çendî xweþ î, bilind î tu ey çiyayê Cûdî Te cend nav û nîþan hişt ji bo vî qevmê kurdî Bejna te bejna Zînê, mêranî wek Memê Al Dinalim ser te îro, ji qehran bûme evdal Taca serê te zêrîn, tu serbilinê Eyran Wextek hebî te zû da hemî ji bo te heyran Heke nîzîk heke dûr, weko Mekeh Medînê Ev ji cihek meqedes werin da em herinê Ko roj hate rasta te, heval heyv û stêr in Li vê rewş û xemla te hemî pêkve dinêrin Selam û erzi hirmet ji bo Cudî Nûh-Nebî Tu misteheq î fexr î bibêjî ma kî hebî Botî bo te dibêjit hero sed car ezbenî Taqê eywanan Kesra li pêş te her dikenî
(M.E. Botî, Antolojiya Edebîyata Kurdî)