Çiyayê Nemrûd
Ji Wîkîpediya
Çiyayê Nemrûd (Tirkî Nemrut Dağı, Ermenî նեմրութ) çiyayekî li parêzgeha semsûrê li başûr rojhelata Anatoliyayê ye. Ew 76 km li bakur rojavaya Semsûrê nêzî Kolik ye. Ew çiyayê di rêza çiyayê Toros de ye û bilindahîya xwe 2150 m. ye.
Li ser tapika wî parêzgeh û gora Keyên Kommegene hêne. Ew ji alîya keyê Kommegene Antiochos I (69–36 b.z.) û bavê wî Mithradates I (109–69 b.z.) hatî bû çê kirin. Ew ji bo wek nîşana aşitîya êzidokên yewnan û persan hatî bû ava kirin. Antiochos ji pê li textê rûnişt re navlêka Theos(yewnanî, xwedê) li xwe kir.
Ew demeke dirêj bîr bûbû û di 1881an de ji alîya endazeyarekî elman Karl Sester hatî bû dîtîn. Arkeolojîk kolînên wê heta 1953an dewam kirî bû.
Di 1987an de UNESCO ew têxiste Mîratên Aborîya Dinê.
Li bilindahîya parêzgere 50 m û firahîye xwe 150 m ye. Li ser çiyayê Nemrûd sê banokeyan rojhelat, rojava û bakur hê ne. Plana runiştinê. Li rojava peykerên mezin û rolyef(relief) hê ne.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Banokeya Bakur
Banokeya bakur cîhê ku serdanên parêzgeha li kom dibûn.
[biguherîne] Banokeya Rojava
Li banokeya rojava penc peykerên runiştîyên bi bilindahîya 9 m hê ne. Ew banoke cihîye herî pîroza parêzgehe bû. Peykerên wir û bi rojhelat ve yek hevin, lê karkerîyên wan hîn pir in. Li wir peykerên Antiochos I û êzidok Tîke, Zeus-Ahura Mazda, Apollon-Mithras-Helios-Hermes Û Herakles-Artagnes-Ares hê ne.
[biguherîne] Banokeya Rojhelat
Li vê Banoke penc peykera êzidokan hê ne. Ewna ji çep de berve rast bi navê xweyên yewnanî farsî wiha ne:
- Apollon / Mithras / Helios / Hermes
- Xwedawane Kommagene
- Zeus / Oromasdes
- Ezidok-Key Antiochos I
- Artagnes / Herakles / Ares