Şêx Şemseddînê Şehrînûhî
Ji Wîkîpediya
Şêyx Şemseddîn-î Şehrînuhî ( r.a ) li mentıqa Botan hatîye dinê. Kurê Şêyx Elî yê Gundikî’ye. Xwendina xwe ya destpêkê li Dîyarbekir borandiye. Ju (pashê) ji wêdê çuye Rawendiz u Erbîl’ê li wêdê xwendina xwe xilas kirîye. Babê wî Şêyx Elî xelîfê Şêyx Hiseynê Basretî ye. Şêyx Elî nevîyê Mele Derwêş e. Ew ji kurê Şêyx Xezzalî ye. Şêx Xezzalî ji kurê Hz. Pîr İzzeddîn e. Li nêv millet de bi navê “ Pîr Êzdîn” tê nas kirin. Şêyx Şemseddîn di 19 ê Şê’banê sala 1331 ê hicrî icaza xîlafetê standî ye. Şêyx Şemseddîn xelîfê mamê xwe Şêyx Xalid u yê Şêyx Tahirê Maî ye. Şêyx Xalid u Şêyx Tahir dostên hevên feqetîyê ne. Her du zat ji bi nîsba el-Osmanî el-Xalidî el-Berwarî hatine naskirin. Lê Şêyx Tahir ji Berwarîyên başûr e.Şêyx Şemseddîn Efendî her car bi sufîyan ve der di ket îrşadê. Wî u Şêyx Seyda (r.a.) li ser çiyayê Cudî hev du di ihtifalên pîrozbahîyan de didîtin. Yên dîtîn di bêjin wechê her du yan ji wessa spî u munewwer bu ferq ji hev ne di hat kirin. Şêyx Şemseddîn li Gundik wefat kirîye. Tirba wî li zîyereta temtemê ye. Cihê zîyeretê ye. Herweha çend şê’r u beytên wî hene. Ger bê kom kirin dibe dîwançeyek. Li ser Dîwana Hz. Mewlana Xalid ( r. a. ) terbî’ ( çarmalî ), texmîs (pênçmalî )u tesdîsê ( şeşmalî ) wî hene.Piştî Şêx Elî û Şêx Xalid postnişînî kurê Şêx Elî, Şêx Şemseddînê Şehrînûhî kirî ye. Şêx Şemseddîn, xebatên ilmî yên muhîm nivîsî ne. Wekî şerhên hinek fessên Fusûsu’l-Hikem’a Şêxu’l-Ekber Muhyîddînê Erebî û çarmalîya li ser hejdeh beytên Mesnewîya Hz. Mewlana. Şêx Şemseddîn sala 1943’ê yê wefat kirîye. Piştî Şêx Şemseddîn Şêx Muhemmed ev xizmet îfa kirîye. Şêx Muhemmed 1985’ê wefat kirîye, ewladên wî ev xizmet dewam kirîne. Ji ewladên Şêx Mihemmed, Mele Ebdillah û Mele Ebdirrehman û Mele Ebdilmecîd xebatên ilmî dewam kirîne. Mele Ebdirrehman mucazê ilmî û xîlafetê ye. Di gellik şerîetên nêva eşîr û herêma de cih girtîye û buye wesîla sulh û asayîşê. Wekî şerên di nêva Jîrkî û Mamxuran û Gewdan û Guyan de. Her weha di meselên nexweşîyên di navbeyna Şirnex û Cizîrê an ji di nêvbeyan Cizîrê û Silopya de. Ewladên Pîr Êzdîn di vî warîde wezîfên muhîmm pêk anîne. Gellik kesatetîyên ehlê hel û eqdê yên şayanê behsê hene wekî Mele Ebdirrehmanê Mamê Mela (w.15 Sibat 1978) û Hecî Emerê Mela (w. 1985) û Hecî Silîmanê Qilavî (Suleyman Fakhan w. 1985) gellik zatên din. Mele Ebdirrehamanê Mamê Mela kesayetîyek ehlê hikmetê bu. Di şirîeta de bi besîreta xwe ya kûr gellik arîkarîya Mele Ebdirrehmanê Şêx Mihemmed dikir. Va her sê şexsîyetên mezkûr ji bo parastina berjewendîyên maddî û me’newî yên millet gellik işkence û ezîyet kêşane. Ji encama va îşkenceya wefat kirîne. (bnr: kowara Nûbiharê hêjmara 88 û 94 a)