Şîrkuh
Ji Wîkîpediya
Esad ed-Dîn Şîrkuh bîn Şadhî (bi kurtî Şîrkuh an Şerko) (mir 1169) generalekî misilmanî bi eslî xwe Kurd bû. Ew apê Silhedînê Eyûbî bû.
Ew gundekî li Ermenîstan nêzî Dvin hatî bû dinê. Ew lawê Şadhî, birayê Necmeddîn Eyûb, yek ji bavikên xanêdana Eyûbîyan bû. Ew ji malbata Şedadîyan bû. Ji pê Şedadîyan di 1130an de hilwaşîya re, Şahdî çû Bexda, ji pê re jî Tikrît e. Şîrkuh ji pê bavê xwe mir re pêşangiya xanêdanê û kargerîya Tîkrît dewam kir. Dema ku Şîrkuh xiristîyanek li Tîkrît di 1138an de kuşt, Şîrkûh û birayên xwe hatin sirgûn kirin. Ew na ketina artêşa Zengî û pê Nûreddîn Zengî mir re ew li Mûsil bû paşwera wî.
Di 1163an de Nûreddîn ewna şandine ser Misir Fatimîyan. Di wê seferê de Selahadîn jî bi Şîrkuh re çû Misir e. Li wir wî lihevnehatineke navbera Şawer û Dirgham de wî hêla Şawer girt û Dirgham hat kuştin. Lê ji pê Şawer anî Wezîrîye re navbera wan de gengaşî der ket û Şawer hembera Şîrkuh bi kargerê Orşelîm Amalric I re hevalbendî kir. Amalric Şîrkuh di 1164an de li Bilbeis bin xist. Berambera wê Nûreddîn êrîşa dewletên Xaçiya kir û heman heman Antakya dagir kir.
Şîrkuh di 1167an de şunda derkete sefereke ser Misir e. Şawer dîsa bi Amalric re hevalbendî kir. Amalric Şîrkuh li Îskenderî bin xist. Lê wê demê de Amalric bi Împaratoriya Bîzans re hevlabendî ji bo dagir kirina Misir bi tunî kir. Vê carê jî Şawer alîkarî jî Şîrkuh xwest. Lê ew vegerîye Şamê.
Di rêbendanê 1169an de Şîrkuh keta Qehîre û Şawer dar xist. Şîrkuh xwe li wir wek wezîrî Fatimîyan da zanîn. Lê du mehan din mir.
Kênge ew mir Silhedînê Eyûbî,yê ku di seferên Misir de bi Şîrkuh re bû, di wezirîyê de bû paşwerê wî. Ji pê Misir Sûrî yek hev kir re wî paşwerîya Nûreddîn re jî kir û Xaçiyan ji Xakên pîroz der xistin.
Şîrkuh têye manê şîrê Çiya.