Şax, Wan
Ji Wîkîpediya
Şax (tr. Çatak) yek ji navçeyên Wanê ye. 87km ji Wanê dûr dikeve. 26 gund û 96 mezre bi navçeyê ve girêdayî ne. Bilindahî ji rûyê avê 1.512m, rûber 2.200km² ye. Navçe di bin desthilatdariya Împaratoriya Osmaniyan de bi Hekarîyê ve hatiye girêdan. Beriya Terteleya Filehan li vir Ermenî jî hebûn. Gel ji Kurdan pêk tê. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye.