Şerê cîhanî yê yekemîn
Ji Wîkîpediya
Şerê Cîhanî yê Yekê anko Şerê Mezin pevçûneka çekdarane ya mezin bû ko piranî ya welatên Ewrûpayê û cîhanê têda pişikdar bûn. Ew şer ji sala 1914ê heta 1918ê berdewam bû. Pevçûn li Çiriya Paşîna sala 1918ê dawî bûn, lê şer li Xêveya 1919ê bi Peymana Versayê bi awayekê firmî dawî bû. Di wî şerî da bi milyonan mirov hatin kuştin û ruxsara siyasî ya cîhana nûdem hat guhartin.
Şer di navbera hêzên hevalbend (Fransa, Brîtanya, Rûsiya, WYE û paştir Îtalya) û Hêzên Navend (Emperatoriya Elmanyayê, Emperatoriya Nemsa-Mecaristanê, Bulgaristan û Emperatoriya Osmanî ve pêk hat. Serkevtî yên şerî welatên hevalbend bûn, lê jihevnegirtinên piştî dawîbûna şerî, nemaze nerazîbûna Elmanyayê liser hindek bendên Peymana Versayê, rê li himberî hilbûna agirê Şerê Cîhanî yê Duyê xweş kir.