Ji Wîkîpediya
- 1965 Karkerên kargeha Kozlu, Karadon, Gelîk û Kîlîmliyê ji bo şermezarkirina bê adaletiya di belavkirinê de ya Karxeneya Komirê ya Tirkiyê (TKÎ) daneketin ser kar. Li ser vê yekê polês Tirk gule bera ser karkeran da; 2 kar mirin, 50 karker birîndarbûn.
- 1971 Li Tirkiyê Artêşê darbeyeke leşkerî ku weke derbeya 12 adarê tê zanîn, pêkanî û dest danî ser rêvebiriyê. Di derbeyê de bi hezaran kes hatin girtin û gelek kes hatin bi darvekirin. Di wê demê de Serokwezîrê hukumetê Suleyman Demîrel bû. Di heman rojê de Suleyman Demîrel îstîfa kir.
- 1979 Di salvegera darbeya leşkerî de xwepêşandanên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Xwepêşandanên li Enqere û Îzmîrê rastî êrîşa polêsan hatin. Li Akhîsarê di navbêra komên çep û polês de jî şer derket. Li vî şerî de polêsek mir, 25 kes jî hatin binçavkirin.
- 1991 Li bajarokên Başûrê Kurdistan Mexmur û Pirdê serhildanê destpê kir û ji aliyê gel ve hatin azadkirin.
- 1993 Hukumeta Îraqê tevkujiyek li ser gundê Ewêna yê li nêzîkî bajarê Hewlêrê pêkanî.
- 1995 Li Stenbolê Gelê taxa Gazî û Ûmraniyê li hemberî êrîşeke hêzên tarî raperîn pêk anîn. Di raperînê de bi destê hêzên dewletê 27 kes hatin kuştin. Bûyaran heta 17 adarê domkirin.
- 2000 Waliyê Amedê Kovara Kurdî ya qerfî 'Pîne' qedexe kir.
- 1904 Yekemîn xeta bi elektrîk ya trenê li Îngîltereyê dest bi xebatê kir.
- 1925 Damezirînerê Komara Çînê, Sun Yat Sen mir.
- 1930 Serokê Efsanewî yê Hindistanê Mahatma Gandhi, dest bi meşa xwe ya navdar ya xwêê kir. Meşa 350 kîlometirî ku 24 rojan berdewam kir, bi hezaran Hîndî beşdar bûnê.
- 1971 Hafiz Esad bû serok dewletê Suriyê.
- 1993 Li bajarê Hindistan Bombayê di encama êrîşeke bombeyî de 317 kes mirin.
(Kesen ku di vê rojê de ji dayîk bûn)
- 1994 Nûçegîhanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê Rihayê ji aliyê hêzên kirêt ve li Sîweregê hate revandin û di binçavan de hate windakirin. Aqîbeta Babaoglu heta niha jî nayê zanîn.
- Li Tirkiyê darbeya leşkerî hate lidarxistin.
Binêre: Salvegerên dîrokî