Anêr
Ji Wîkîpediya
Navçeya Anêr Vaasan kaupunki (fînî) Vasa stad (swêdî) |
|||||
---|---|---|---|---|---|
|
|||||
Sala damezrandinê | {{{sal}}} | ||||
Parêzgeh | Gimgim | ||||
Pinta-ala - maa-ala |
{{{pinta-ala}}} km² {{{maapinta-ala}}} km² |
||||
Väkiluku - väestötiheys |
{{{väkiluku}}} {{{väestötiheys}}} as/km² |
||||
Kuntaliitokset | {{{kuntaliitokset}}} | ||||
Kunnallisvero | {{{vero}}} | ||||
Kunnan-/ kaupunginjohtaja |
{{{johtaja}}} | ||||
Verkkosivut | [{{{www-osoite}}} {{{www-nimi}}}] |
Anêr (bi Tirkî navê wê kirine Degerli) bi qasî 40km li rojhilata Gimgimê dikeve. Gundeke dîrokî ye. Di klamên dengbêjan de gelek caran navê Anêrê derbas dibe. Niha ji 100´î kêmtir malbat mane li Anêrê. Beriya Terteleya Filehan çend malbatên Filehan li vir jiyane. Gundên cîran, Dêrik a Anêrê, Şîp, Viranj, Spehiyan (Îspeyan) in. Anêr di Serhildana Şêx Seîd de bûye yek ji baregehên têkoşînê. Dîsa di têkoşîna bin serkêşiya PKK´ê de gelek şehîd daye. Wekî Seyîdxanê Bavê Baran (Seyîthan Dûrmûş), Bûdax Akhan, Naîm Aslan.
Di salên 90´î de niştecihên vê gundê ji dewleta Tirk gelekî zilm û zordarî dîtine. Pirraniya avahiyên gund ji aliyê dewletê ve hatiye rûxandin. Beriya 12´ê Îlona 1980´ê (Cûntaya leşkerî) gelekî şoreşgerên Kurd ji vê gundê derketine. Dûgela Tirk gundê Anêrê kiriye nav lîsteya gundên bitalûke. Gelekan ji ber pêkutiyên dûgela Tirk koçber kirine bajarên Tirkiyê û Ewropa.
Anêr gundeke nûjen, welatparêz û taybet e. Kurmanc û Kirmanc (Dimilî, Zaza), Elewî û Sunî bi hev re di gundekî de di nava biratî û aştiyê de dijîn. Ji hev dizewicin, qîz didin hevûdu. Axa Anêrê ji bermahiyên volkanîk e. Gelek bermahiyên ji dema Medan, Ûrartûyan li derdorê gund hatine dîtin. Kes nizane Anêr kengî ava bûye lê ji bera Elîaxa, Dirbo, lawê wî Cindî, lawê wî Sertîf desthilatî kirine. Bera Elîaxa parçeyek ji eşîra Cibiran e, di dema Osmaniyan û di avabûna Komara Tirkiyê de herdem welatparêz bûye û li dijî wan şer kiriye. Seîdê Nado, Xalit Begê Cibirî hwd. lehengê Kurdên Serhedê ne. Li ser wan gelekî stran hene.
Malbateke Laz ji Of a Trabzonê ji ber mêrkujiyê reviyaye û hatiye li Anêrê bicihbûye. Navê zilam Ferhat Ûsta ye û çend sal berê jiyana xwe ji dest daye. Ferhat Ûsta di gund de gelekî pêşketin çêkiriye. Hawirdor şên û abad kiriye. Gelên herêmê hînê çandiniya ûnce kiriye. Ferhat Ûsta xwe êdî Kurd hesibandiye. Malbata wî Kurdperwer e û yek an du neviyên Ferhat Ûsta di nava refên gerîlayên PKK´ê de şehîd ketine.