Arsima balindeyan
Ji Wîkîpediya
Arsima balindeyan (çivîk, çûçik) yek ji cureyên nû hatiye keşfkirin ê arsimê ye.
Cara yekemîn di sala 2004´î de li Asya dûr (Çîn, Japon, Kore hwd) hatiye tasbîtkirin û navê Înfeksiyona H5N1 pêve hatiye danîn. Vê arsimê gelek can standin. Ji bo saw ji mirovan ti agahî bidestneketine. Tenê bi riya meytên balindeyan digihê mirovan. Heya niha gelek cureyên arsima balindeyan hatine dîtin û çareya wan jî pê re. Lê çareya H5N1´ê hêj nehatiye dîtin.
Tê texmînkirin ku di destpêka sedsala 20emîn de cureyê pandemiya H1N1 bûye sedemê nêzîkî 50 Milyon kesî. Lê îro nebixetere ye. Dîsa pandemiyên (H2N2), (H3N2), (H1N1) û H3N1 ji rêza bixeterebûnê hatiye derxistin.
[biguherîne] Hin sîmptomên arsima balindeyan
- Qelsiya laş
- Zêdetîna laş
- Astengî di bêhnvedanê de
- Îshel
- Xerabî di sîstema neurologiyê de
- Mirina selûla û organên laş
- Şînbûn di zimên û nava dev de
Ji ber ku ev nexweşî hêj nû ye û çareya wê sedî sed nehatiye dîtin, çêtir e mirov xwe ji laşên balindeyan dûr bigire, biparêze. Dîsa divê mirov ji bo nebe saw têbikoşe.