Bafê
Ji Wîkîpediya
Bafê, gundekî grêdayî navçeya Şirnexê Hezexê ye. Di herema Hezexê de gundê herî mezin e. Di ber Bafê re çemê Dîcle diherike. Çiyayê Cudî u Çiyayê Gabar li hemberî wî ne. Li Bafê dora 300-400 mal hene. Li Rojhilatê Bafê Hezex, li rojavayê wê Elcanya û Xendek e, li başêrê wê Kovex û Çiyayê Spî, li bakurê wê, Çemê Dîcle, Hetma, Ewên û Benatin hene.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Ava Bafê
Ava Bafê ji ku tê? Ava Bafê Ji Kaniya Qesara tê, Kaniya Qesara di biniya tabura leşkerên tirk re ye. Dema mirov dikeve ser rêya Bafê mirov di ber tabura leşkerîyê re derbas dibe. Li aliyê rastê di bin Şiharê Bafê re Kaniya Qesara ye. li vêderê Gundi hemu ava xwe ji wir tînin, ava Kaniyê carna ji aliyê Dewleta Tirk ve tê girtin u Gundi dimênin Bê av! wekî din ava Kehnîya Qesar aveke cemidiye, Jibona Sewalan jî gundîyan delav dane çêkirin da sewal jî karibin jê avê vexwin û kanî jî neyê lewitandin.
- Dehla Şêx dikevê aliyê Zêwê ve, Li dehlê hinar, Teew, guvîj, berû hwd çêdibin. Herwekî din li ser Dehla Şêx re Zîyareta Şêxê zirav Heye. Di sala 1994'an de Şêxê zirav ji Aliyê tabura leşkerên Tirk ve hate şewitandin, lê belê Ji aliyê gundiyan ve agir hate vemirandin!
- Kaniya Qinê dikevê aliyê Bana û Hetma ve. Ava kaniyê tê vexwarin, lê belê ji ber ku ev kanî ji gund dûr e gel naçin avê jê naynin. Kanî Ji aliyê sewalan ve dihate bi Kar anîn.
- Kaniya Qubik di nîvê gund deye. Ev Kanî herwekî mizgeft jî tê bikar anîn. Ava wê jî Ji aliyê gel ve hem tê vexwarin hem jî Ji bona cil şûştinê tê bikar anîn. Di vêma dawî de Herkesekî di hewşa xwede Bîrek vekiriye ji ber ku ava wan Ji aliyê dewleta dagirker ve dihate girtin û ji ber ku hinekî jî dûr bû.
- Mizgeftên Bafê di Gundê Bafê de tenê Sunni dijîn jiber vê yekê 2 Mizgeft di Bafê de hene, her Mizgeftek Ji alîyê Taxeke Gund´ve tê Bikaranîn.
- Ziyaretên Bafê Di Gund de 2 Zîyaret hene, Her Zîyaretekî ji alîyê taxekî ve tê bikar anîn.
Bafê bi Axa xweve gelekî dewlemend e, rez, dar û deviyên wê gelekin.
[biguherîne] Şehîdên Bafê
- Fahrettin DOGAN
Navê Kod: Beşir,
Dem û Cihê çêbuyî: Bafe-Hezex, 1965,
Tevlî tevgerê: Dawîya 1988,
Dem û Cihê Şehadetê: 13 Gulan 1997, Çiyaye Kalendera,
- Mehmet Şerif Teke
Nav û Paşnav: M.Şerif Teke,
Navê Kod: Dijwar,
Navê Bav: Selahattin,
Navê dayîk: Fatim,
Dem û Cihê çêbuyî: Bafê / Idil, 28.09.1976,
Tevlî tevgerê: 1992, Êlun,
Dem û Cihê Şehadetê: Kaniya Mezin / Mawa ,17.04.1993,
Karê wî: Gerîlla
- Nezir Cebadak
Nav û paşnav: Nezir Cebadak,
Kod: Metîn Harûnî,
Navê dayîk: Hasan,
Navê Bav: Gulê,
Dem û Cihê çêbuyî: Bafê / Hezex, 1973,
Tevlî tevgerê: Libnan, 1985,
Dem û Cihê Şehadetê: Cotmeh 1997 Xankûrkê,
Karê wî: Fermandarê tîmê
- Ati Gultekin
Navê Kod: Qeysî,
Dem û Cihê çêbuyî: Bafê 1973,
Navê Bav: Ramazan,
Navê Dayik: fatma,
Dem û Cihê Şehadetê: Bafê 1991,
- Halil Tatik
Navê Kod: Dilxwaz,
Navê Bav: Ramazan,
Navê Dayîk: Hülya,
cih û Dema Çêbunê: Bafê 1969,
cihê û Dema Şehadetê: Bafê 1991
[biguherîne] Gundê li dora Bafê
- Kovex
- Elcanya girêdayî bafê ye,
- Ferdosê girêdayî Bafê ye 2 Malin
- Xendek
- Kereşa
- Bana
- Zêwê
- Findik
- Ewên
- Bênat
- Hêtma
- Derê Bêrmê girêdayî Bafê ye
- Hespist
- Arzanex
- Indar