Berken Bereh
Ji Wîkîpediya
Berken Bereh helbestvanek kurd e.
Di sala 1954 ê li bajarê Şirnexê hatiye dinê. Li sala 1978 ê dest bi nivîsandinê bi zimanê Kurdî kiriye. Yekemîn car helbestên wî di kovara Tîrêj de (yekemîn kovara kurdî ye li bakur) de hatiye belavkirin. Heta niha helbest û nivîsar di gelek kovar û rojnameyên Kurdî de belavbûne mîna (Tîrêj, Nûdem, Jiyana Rewşen, Hîwa, Azadiya Welat, Tîroj û yên internetî û hwd.) Di sala 1999 de bi navê "Kulîna Kulîlkan" kovareke internetî amade kir. Çar hejmar derket. Ev yekemîn kovara internetî li bakur bû. Pirtûkek helbestan bi navê " Êş " Li sala 2001 ê, herweha yek bi navê " Şagirtên Evînê " di 2003 yê bi rêya Weşanên Sî li Stenbol û "Pandomîm" 2006 li Amedê Weşanen Belkî çap bûn.
[biguherîne] Berhem
- Êş (2001)
- Şagirtên Evînê (2003) Weşanên Sî
- "Pandomîm" (2006) Weşanên Belkî