Birûnî
Ji Wîkîpediya
Abu Raihan Al-Biruni (bûn 15 êluna 973 - mirin 13 qanûn 1948) fîlozof, matematîkvan, astronom, fîzîkvan, ansîklopedîst, dîroknas, gerok, mamosta û dermanvanekî ji rojhilata navîn bû. wî xebatên gelekî grîng di beşên, Matematik, felsefê û bijîşkvaniyê dane.
Ew li gundê Kat nêzî Xorezm (li Ozbekîstana îro) çêbûye. Navê wî bi farisî tê wateya, berbajar. Bi şûnde navê wî li gundê wî (Kat) jî kirine. Ew dersên matematîjk û astronomiyê ji Ebû Nasir digire.
Ew bi fîlozofên weke, Îbn-î Sîna, Îbn-î Miskawa û mîrza Ebu Al Abbas Ma'mun Xawarazm şah re hevkariyê dike. Bi Mahmûdê Gaznî re diçe Hîndîstanê, li wê derê zimanê wan hîndibe, hem li ser ola wan, hem jî li ser felsefa wan dixebite û pirtukekî li ser vedîtinên xwe dinivîse. ew Yewnanî, Sîriak û berberî jî zanîbû. Wî pirtûkên xwe bi (zimanê xwe yê dayîkê) Farisî û bi Erebî dinivîsandin.