Brader
Ji Wîkîpediya
Brader muzîkar û wênesazekî kurd e.
Brader an go Brader Mûsîkî 1958 li gundê Mûsîka, herêma Mêrdînê hatiye dine. Bavê wî dengbêj bû. Zarotiya xwe li civata bavê xwe li ber stran û serpêhatiyên kurdî derbaskiriye. Dibistana seretayî û navîn li herêma Mêrdînê xwendiye. Lîseya tenduristî li bajarê Wanê xwendiye.Ji ber xebata xwe yê muzikê dikeve zindana Wanê û 3 meh û nîvan ceza werdigre. Piştî ji dibistanê derdikeve mudurê dibistanê wî saleke ji dibistanê bi dûr dixe. Helbesta xwe ya yekemîn li zindanê çêdike.
Ji 1986 û vir de li Holanda jiyana xwe berdewam dike. Heta niha 10 albûm çêkirine. Piraniya stranên xwe bi xwe çêdike. Xwe di nava strana dengbêjî û nûjen de mîna pirekê dibîne.
Di gelek film û rêzefilman de jî li gel produktionên Kurd û Holandî leyistiye. Weka li Medya TV de, Dengê Defê, Kolanên Xerîbiyê û De Jonge Die Niet Mer Praaten,Van Godlos niha ji di xebatek nu ya filmeki Holandi deyi. Brader li gel xebatên muzîkê û sinema xebatên wênekarî jî dike. Gelek caran li malper û rojnameyan de nivîsên wî hatine weşandin.
Piştî 18 salan cara yeke sala 2004 de vegeriya welat. Li sernaserê welat nêzîkî 30-40 konseri da. Albuma tali di 2005 de bi navê “Pepûlê” derxistiye pêşberî guhdaran.