Cankurd
Ji Wîkîpediya
Cankurd nivîskarekî kurd e.
Cankurd di sala 1948an de li gundê Meydankê / Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya destpêkê li gundê xwe û ya navîn û lîse jî li Efrîn û Helebê biriye serî. Du salan piştî lîseyê li Enstîtuya Amadekirina Mamosteyan / beşê zimanê erebî li Helebê xwendiye. Ji ber xebata siyasî gelek caran hatiye girtin û îşkencekirin.
Cankurd di sala 1979an de çûye Almanyayê û xebata xwe ya siyasî û çandî dewam kiriye.
Ew bi kurdî, erebî û almanî dinivîse û heta niha ev berhem çap kirine:
[biguherîne] Berhem
Bi kurdî:
- Gundê Dîna, kurteçîrok.
- Selahdînê Eyûbî (Kurdekî cîhan hejand)
- Alexander Jaba (Berhevoka çêrokên kurmancî)
- Dilopeka xwîna dila, helbest.
- Bazirganê Vênîsiya – Werger ji Shakespeare.
Bi erebî:
- El–Muslîmon wel Qediye El–Kurdiyye.
- El –Hîlal El–Meeqof.
- El–Merhele Errahîne mîn Kîfah Eşeeb El–Kurdî.
Bi almanî:
- Gutachten Pirtûkek li ser rewşa rojavayê Kurdistanê wek belav kiriye.