Cemal Ebdo
Ji Wîkîpediya
Cemal Ebdo (Mîrê Hêkan) wênesazekî kurd e. Abdo ku di sala 1961'an de ji dayîk bû li Almanyayê dijî.
[biguherîne] Jiyan
Hunermend Cemal Ebdo (Mîrê Hêkan) di 27.05.1961ê de li gundê Tel Kidiş nêzîkî bajarê Dirbêsiyê li başûrê-rojavayî Kurdistanê ji dayik bûye.
Piştî bidawîkirina xwendina dibistanê di sala 1980ê de, "Mîrê Hêkan" di sala 1981ê de berê xwe da Elmanyayê. Li wê derê, wî di zankoya FH-Aachen de dest bi xwendina bilind kir. Di 1988an de, wî xwendina xwe bi dawî anî û dîplom wergirt.
Di ber xwendina xwe re, "Mîrê Hêkan" di warê şanogerî û derhêneriyê de xebitî. Herweha wî demek dirêj dîlana ballêt û ya jazz dikir û di vî warî de gelekî serkevtî bû.
Piştî xwendina xwe, "Mîrê Hêkan" di gelek waran de kar kir û bi taybetî di amadekirina hovk û dîkorên kanalên televizyonê yên elmanî WDR û ARD de.
Hunera nûjen (modêrn) roleke bingehîn di jiyana "Mîrê Hêkan" de dilîze. Ew bi enerciyeke mezin û fantaziyeke xurt ramanên xwe di tabloyan de pêk tîne û ew li gelek welatên ewropî pêşkêş kirine.
[biguherîne] Lînkên derve
- Malpera Cemal Ebdo (Mîr Hêk)
- Hêka Jiyanê