Diran
Ji Wîkîpediya
'Diran'(bi Înglîzî tooth) di devê mirov û caneweran erkeke (wezîveke) gelek girîng dike,û roleke pêwîst di laşê mirov dilîze û bedewîtiyek dide riwê mirov.Diran xwarinê baş hûrdike û qutdike. Diran şêwê riwê mirov xweş xuya(wek me berê got) dike û roleke mezin di kirdarê peyvîn û dengkirin dilîze. Bê dirên rewş û forma mirov gelek zor û nexweşe.Bê dirên mirov di çawa bixwe û bipeyîve? Diran gelek pûte(ihtîmam) dixwaze ji ber ku kulnebe xire nebe sax bime.diran di devê miovê mest de ji 28 ta 32 teve diranên mejî. Diran çar beşên xwe hene: ac, mîna, kakil û cebl. Diran ji tac û kok hevbend dibe (terkîb). Gelek tamar û rehînên hûr hene ku bi wan mirov bi tîn û êş dihise. Diranên pêş û paş û jêr û jorin.Du cure ji diranan hene ya yekemîn diranên mastî (li ba zarokên ji 1-6 salî), û ya diwemîn diranên timhebî ku ji şeş salî bi diranderketin destêdike heta bîst û pênc salî ku diranên mejî derdikeve.
[biguherîne] Lînk
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Diran hene. |