Dostoyevskî
Ji Wîkîpediya
Fyodor Mihayloviç Dostoyevski nivîskarekî rûsî ye. Di wêjevanîya dinê da wek kevirek bingehîn hatîye pejarandin.
Di 30 Cotmeha 1821’da li Moskova ye ji dayî dibe. Li ser Endezarîya Leşkerî perwerdê dibîne. Dûra ji bo nivîskarî ye vî pîşeye diterikîne.
Di jîyana xwe da gelek tedayî dibîne, sêwî dimîne, xizanîye dikşîne, tê girtin, sirgûn dibe, 2 hev kovara derdixe le ser nakeve, dibe xûmarbaz bi kurtî jîyanek tevlihev dijî. Dawîyê da ji ber deynan welatê xwe diterikîne. Salên wî ên xerîbîyê bêtir wî dike afirîner. Rojnameyek derdixîne û xwe warê rojnamavanîyê da jî dide pejirandin.
Dûra vedigere. û di 28 Çilê 1881 da dihere ser dilovanîya xwe.
Berhemên vî nivîskarî bi nav û deng hema hema li her zimanê hatîye wergerandin. pirtûka wî ya herî naskirî Tewan û Cirm e, çend berhemên wî bûnin fîlmên sînemaye. Pirtûka wî ya bi navê Şevên Spî di hêla Firat Cewerî da li kurdî hatîye wergerandin
[biguherîne] Çend Berhem
- Bednye Ljudi (Mirovik)
- Prestuplenie i Nakazanie (Tewan û Cirm)
- Belye Noci (Şevên Spî) di hêla Firat Cewerî da li kurdî hatîye wergerandin
- Le Marî Jaloux (Mêrê Pexûl)
- Zapiski iz Mertvogo Doma (Bîranîn ji Mala Mirîyan)
- Besi (Cin) 2 cîlt
- Podrostok (Cîwanmêr)
- Bratya Karamazavi