Edremid
Ji Wîkîpediya
Erdêmed, Erdmed. Aretmêt (tr. Edremit) yek ji navçeyên Wanê ye. Bingeha navçeyê di dema Medan de hatiye avêtin. Di qeydên dîrokî de wekî Erdêmed, Aretmêt, Ardmad, Erdmad, Erdemîd derbasdibe. 18km ji Wanê dûr e. Di sala 1990´î de bûye navçe. Rûber 600km², bilindahî ji rûyê deryayê 1.846m ye. 12 gund û 18 mezre girêdayî navçeyê ne. Dewleta Tirk tenê 1 mezreyê dihesibîne û bi fermî nasdike. Hejmara niştecihên navendê 4.509 û bi giştî jî 15.696 e. Di statîstîkên fermî de şik hene. Aborî pirranî li ser çandiniyê ye. Herwekî tûrîzm jî navdar e.
Erdêmed xwedî dîrokeke dewlemend e. Gelek bermayiyên ji Ûrartû, Med, mîrîtiyên Kurd hwd hene.