Erdiş
Ji Wîkîpediya
Erdiş (tr. Erciş) yek ji navçeyên Wanê ye. Rûber 2.115km² ye. Hejmara niştecihên navendê 78.397 û bi giştî jî 145.229 e. 2 nehiye 85 gund û 39 mezre girêdayî navçeyê ne. Aborî pirranî li ser çandiniyê ye. Herwekî bazirganî jî pêşketiye. Mezintirîn navçeya Wanê ye.
Di qeydên dîrokî de wekî Erdiş, Ardaş, Arzaş, Arzaşkû derbasdibe. Gel ji Kurdan pêk tê. Herwekî hin koçberên ku dewleta Tirk bicihkirine jî henin.