Eskerê Boyîk
Ji Wîkîpediya
Eskerê Boyîk helbestvan û nivîskarekî kurd e.
Eskerê Boyîk di sala 1941ê de li gundê Qundexsazê (niha Riya Teze), li Ermenistanê hatiye dinyayê.
Berê li gundê xwe, paşê li gundê cîran: Elegezê xwendina navîn standiye. Sala 1966an Enstîtuya bajarê Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtiyê xelas kiriye.Teza kandîdatê ulmê ekonomiyê standiye. Gelek berhemên wî yên ilmî (pirtûk, biroşûr, gotar) di derheqê pirsgirêkên aboriya malhebûna gundîtiyê de bi zimanê ermenî û rûsî çap bûne.
Di salên 1960î de helbest û gotarên wî di rojnameyan de çap bûne, di radyoyê de hatine weşandin.
Heta niha ev pirtûkên wî hatine weşandin:
- Şiverê, helbest, Yêrêvan, 1966.
- Kulîlkên Çiya, helbest, Yêrêvan, 1975.
- Sinco keça xwe dide mêr, şano,Yêrêvan, 1980.
- Mem û Zîn, şano, Stokoholm, 1989.
- Tîrênc, (di berhevoka BAHAR de), helbest, Yêrêvan, 1987.
- Li Çiya, kurteçîok, Yêrêvan, 1991.
- Duaya Serê Sibê, helbest, Roja nû, 1997.
- Oda Çîrokan 1, helbestên zarokan, Roja nû,1997.
- Kulîlkên Birîndar, helbest, Stockholm, 1998.
- Govenda Herfan, helbestên zarokan, Stockholm, 2002.
Eskerê Boyîk niha jî li Almanyayê dijî.