Fêrgîn Melîk Aykoç
Ji Wîkîpediya
Fêrgîn Melîk Aykoç nivîskarê kurd e.
Aykoç di meha 12. 1951 de li gundê navça Vartoyê Baskan tê dinê. Ji berku kalikê wî bi destê leşkerên tirk hatibû kuştin, bavê wî sêwî dimîne, bi diya xwe re ji Depê diçe Vartoyê. Li wir şivanî û xulamî dike. Jiwê zaroktiya Fêrgîn di nav belengazî de derbaz dibe. Fêrgîn Melîk bi erdheja Vartoyê re di dibîstanên internat de dixwêne. Sala 1972an min dest bi mamostetî dike. Di sala 1980 de tê girtin û 17 roj di êşkencê de dimîne. Li pey tê berdan, mamostetî ji destê ji dest wî tê girtin. Neçar dimîne, derdikeve, tê Almanyayê. Bi salan di warê polîtîkayê de bi çalakî dixebite. Di van salan de giraniya xwe dide ziman. Cara yekem di kovara "Rewşen" de gotarekî bi sernîvsa "Têgînên Zimanê Kurdî" dinivîse. Di gin konferensên ziman de gotarên li ser zaravayên Kurdî pêşkêş dike.
[biguherîne] Berhem
Di eluna sala 1996 an de pirtûka wî ya bi navê "Kurdîzan (rûberîna zaravên Kurdî)" bi aliyê Instîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanist ve tê çapkirin. Romana wî ya yekemîn "Mamostên Zinaran" (bi devoka Serhedê) jî weşanên Rewşen di sala 1999 an de çapdike. Romana wî ya duwemîn "Dîlên li ber pûkê" çila 2002 yan de hat çapkirin. Ev bi giranî ji bîranînên kesên ji qetlîamê filitîne pêk tê. Romana wî ya sêyemîn û xebata wî ya li ser rêzmana Kurdî jî li ber apê ne. Bi salan e, di kovara "Hîwa" de dinivîse. Niha di li ser çavkaniyên çandê dixebite.