Farqîn
Ji Wîkîpediya
Farqîn an Silîvan, navçeya Amedê ye. Navê wi yê tirkî Silvan e.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Nav
Farqîn: Farqîn kurtkirina Meyafarqîn/Mafarqîn an Mayyafarqîn e ku navê bajarê di nav kelê de ye. Li rojhilat gundê Qulfayê, li nîvroyê rojhilat Gundêreso an li bakurê rojava Şifqet ji aliyê îdarî ve girêdayê Farqînê bin jî Farqîn nîn in.
Silvan: Di çaryeka dawîn a 1800 de ku Farqîn bû baregehê qeymeqamiyê, bi tirkî navê "Silvan" lê hate danîn. Silvan dejenere bûyiya navê Silîvan e ku îro bi tenê tirk bi kar tînin û di nivîsên tirkî an fermî de bi kar tê.
Silîvan: Di nav gel de bi piranî "n" ya dawî dikeve û wek Silîva tê bikaranîn; herwekî Bota(n), Xerza(n), Şikaka(n). Silîvan navê yek ji sê federasyonên esîrên kurmancan e: Milan, Zîlan û Silîvan. Ji zozanên xwe yên li Sîpanê Xelatê heta germiyanên xwe yên li rojhilat û bakurê rêzeçiyayên Qerejdax-Mêrdîn-Torê wek bergeh dane ber xwe, lä wanderan danîne û dêmanî bûne. Di danîna alayên Hemîdiyê de seltenet vê taybetiyê daye berçavê xwe û li wê gorê ji Milan Brahîm Paşa, ji Zîlan kor Huseyn Paşa, ji Silîvan jî Seyfedîn Paşa (Sêvdîn/Sêrdîn) kiriye pasayê wan herêman. Di wê demê de Farqîn hem biye baregeha qeymeqamiyê û hem jî ya Seyfedîn Pasa ku li navçê bi navê Sêrdîn Pasa tê nasîn.
[biguherîne] Cihên dîrokî
[biguherîne] Gundên Farqînê
Ev lîsteya muxtariyên li ser qeza Silîvan ji arşîva Êhsanê hecî Eliyê Kanikî hatiye stendin. Tê de navê gundên li ser muxtariyê tunene; herwekî Gundêreşo, Qereelya, Bameydan, Elebengî, Pîrhesam, Kejika, Hogira, Xirba, Xeravgurya, Badikanêkêşê, Meleetmanka, Babina, Siltêniyê, Gundêcano, Sabê û gelekên dinê wek tax an mezra muxtariyê hatine dîtin û di listeyê de cî negirtine.
- Aslo (Darköprü),
- Avanek (Sulak),
- Baqûz (Onbaşılar),
- Başboyik (Başıbüyük),
- Başnîq (Bağdere),
- Başqa (Altınkum),
- Bavodîn (Bellibahçe),
- Baxça (Bahçe),
- Bereket (Bereketli),
- Bêzwan (Gürpınar),
- Boşat (Boyunlu),
- Bilbil (Gündüz),
- Cûmat (Dağcılar),
- Çîçika (Ormandışı),
- Çirik (Tokluca),
- Deyika (Çiftliçevre),
- Dêrika Miqûrê (Demirkuyu),
- Dêrûn (Dutveren),
- Dîda (Yeşilbahçe),
- Emera (Çakıltaşı),
- Emerka (Kumgölü),
- Etşa (Susuz),
- Ferhend (Kayadere),
- Fêra (Beypınar),
- Fişat (Çaldere),
- Garisî (Duru),
- Girikêboto (Çevriksu),
- Golemîra (Doluçanak),
- Gormez (Görmez),
- Gulgulo
- Gundik (Gözderesi),
- Gundikêbirahîm (Kıraçtepe),
- Hacîca (Karacalar),
- Hecîreş (Karahacı),
- Helda (Görentepe),
- Herşen (Arı),
- Hesendelî (Nohuttepe),
- Heşter (Otluk),
- Hêlîn (Yuva),
- Huseyna (Sulubağ),
- Kepo (Başdeğirmen),
- Korît (Umur),
- Kurbeyt (Çiğdemli),
- Malaelîkê (Kazandağı),
- Malabadê (Çatakköprü),
- Mêrgewaş (Akçayır),
- Mîreliya (Alibey),
- Pîleka (Çığıl),
- Pîrema (Sarıbuğday),
- Pîrexala (Eskiköy),
- Qasimî (Kasımlı),
- Qazoxa (Kumluk),
- Qeremûs (Düzalan),
- Qewşan (Erikyaz),
- Qeyik (Heybelikonak),
- Qizlal (Kızlal),
- Qulfa (Yüksekköy),
- Qurtê (Yolarası),
- Reşik (Gökçetevek),
- Salika (Eşme),
- Sextê (Eskiocak),
- Sora (Akçeltik),
- Sûsa (Yolaç),
- Sêdeqnê (Bayrambaşı),
- Şêlima (Dolapdere),
- Şevlera (Babakaya),
- Şifqet (Çardak),
- Talî (Çobantepe),
- Taxik (Taşpınar),
- Tewerz (Keklikdere),
- Tilmîn (İncesu),
- Tirbespî (Akdere),
- Weysikanê jêrîn (Aşağıveysi),
- Weysikanê jorîn (Yukarıveysi),
- Zerbiya (Yeniköy),
- Zêrê (Akyol),
- Zinzin (Üçbasamak)
[biguherîne] Lînkên derve
- Malpera Farqîn (gelek agahî)