Filiz Yerlikaya (Gulan)
Ji Wîkîpediya
Fîlîz Yerlîkaya di sala 1970î de li navça Betlîsê Adilcewazê ji dayik bû. Ji ber karê bavê xwê, di 8 saliya xwe de koçî Enqerê kirin. Li Enqerê Zanîngeha Gazî, Fakulteya Hunerên xweşik beşa wênegeriyê qezenckir û li vir dest bi xwendinê kir. Di sala 1992'a de dikeve komîteya YCKê. Di meha gulan a 1992 li Agirî, li çiyayê Tendurekê li ser îxbarekê tê girtin û 7 mehan di zindanê de dimîne. Di sala 1994'an de tevlî gerîlla dibe. Yerlîkaya dibe fermandareke xurt. Di navbera 1994 û 1997 de li eyaleta Xerzanê dimîne. Di 1997'an de derbasî Eyaleta Amedê dibe. Di payiza 1998'an de derbasî başûrê Kurdistanê dibe û tevlî VI. kongreya PKKê dibe. Yerlîkaya, Piştî kongra avakirina KADEKê tevlî Kongra 4. a PJAyê dibe. Yerlîkaya di dema kongrê dewam dikir di 7 pûşper 2002'an de ji aliyê hêzên komployî ên navnetewî hate qetilkirin.