Florence Nightingale
Ji Wîkîpediya
Florence Nightingale (* 12'ê gulanê 1820 li Florenz, Îtalî; † 13'ê gelawêjê 1910 li London, Brîtanya) yek ji xûşkejînên (hemşîre) navdar ên ku wekî pîşe, hemşîretî bipêşxistiye ye.
Nightingale wekî mezina xûşkejînan tê zanîn, lewra wê wekî pîşe, peywirdarî û kar xizmetên mezin kirine. Wê karê xûşkejinan kivşe kiriye û ew ji berdestiya bijîşkan azad kiriye. Dîsa felsefeya xûşkejiniyê aniye ser prînsîbên mirovane yên bijîşkiyê û ji bandora olan veqetandiye.
Ew wekî avakerê xûşkejîniya nûjen tê bibîranîn.