Hüseyin Özbey (Harûn)
Ji Wîkîpediya
Fermandarê ARGKê Hüseyin Özbey (Harûn) di sala 1961 de li navçeya Çewlikê Kigiyê ji dayik bû. Dibistana sereta û navendîyê li Karakoçanê, lîse jî li Enqerê xwend. Dema di lîsê de bû sempatîzanê MHPê bû. Di sala 1978an de ji MHPê veqetiya. Di sala 1979an de hat Ewropayê û di sala 1980an de tevlî PKKê bû. Li deverên curbecurên Ewropayê xebat meşand. Ji bona kongra III. a PKKê çû Libnanê û tevlî kongrê bû. Fermandar Harûn endamê Komîteya Navendî a PKKê bû û li gelek deverên şer de tekoşîn da. Fermandarê ARGKê Hüseyin Özbey (Harûn) di 17'ê sermawezê 1997an de di navbera Pasûr û Sasonê de bi 8 hevalên xwe re şehîd ket.