Harold Pinter
Ji Wîkîpediya
Harold Pinter nivîskarekî îngilîz e. Di sala 2005'an de Xelata Nobel a Wêje qezenc kir.
Pinter di sala 1930'yî de li Hackney'a Londrayê ku cihê karkeran e, wekî kurê terziyek cihû hat dinî. Bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Duyemîn re ji bajêr dekte û di 14 saliya xwe de vegeriya Londrayê. Di dibistanê de wî ji nivîskarên wekî Kafka û Hemingway hez kir. Piştî lîseyê beşdarî Dibistana Amademiya Drama a Hunerê ya Qrarileyetê, lê du sal paşê dev jê berda. Sala 1949'an de ji ber ku çûyîna leşkeriyê red kir hat darizandin, lê bi cezaya pereyan ji hepsê rizgar bû.
Sala 1950 de bi navê Harold Pinta di kovara Poems de helbestên wî derketin. Di bernameyên radyoyê yên BBC de xebitî, sala 1957'an de yekem lîstika xwe bi navê "The Room (Ode)" ji bo Zanîngeha Bristol'ê 4 rojan de nivîsî
Yekem berhema wî ya radyayê "A Slight Ache" 1959'an de di BBC de hate weşandin. Lîstikên wî bi giştî di nav odeyekê de, bi karekterê kesane têne lîstin; armancê wan ê sereke, ne ji aliyê temaşevan, ne jî ji aliyê karakteran ve nayê zanîn û hêzên nayên zanîn wan tehdît dikin. Ev karakter gelek caran ji bo neyên kuştin têkoşîneke kûr didin
Piştî derbeya li hemberî Serokê Şîlî Allande ku 1973'yan de bi derbeyê ji kar hatibû girtin, Pinter di nav têkoşîna mafên mirov de xebateke aktîf dike. Ew di sala 1999'an li hemberî tevgera NATO'yê ya li Kosovayê derket, sala 2001'ê de di nav ji bo parastina Slobodan Miloseviç, di nav Komîteya Neteweyî de cih girt.
Sala 2002'yan de bi şêrpenceya (qansêr) qirikê ket. Heman salê di meha sermaweyê de nêzîktêdayîna Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYE) ya bi rengê "şerê pêşîlêgirtinê" rexne kir.
Li hemberî Serokê DYE Bush derket û got: "Buhs got, 'emê destûrê nedin çekên herî xirab ên dinyayê, di destê rêberên herî xirab de bimînin' Tu rast dibêjî, li neynikê binêre dostê min. Vaye ew tu yî."
Pinter di reşemiya 2005 de ragihandibû ku wî êdî dev ji nivîsandina nivîskariya şanoyê berdaye û ewê hemû kariyera xwe ji bo siyasetê bikar bînim. Û gotibû:"29 sal e ez lîstikan dinivîsim. Ma ev ne bes e?"
[biguherîne] Berhem
- Zimanê Çiya (Werger: M. Uzun)