Hejar
Ji Wîkîpediya
Mamosta Ebdurehman Şerefkendî (Mamosta Hejar, 1920-22.2.1990) nivîskar, wergêr û helbestvanekî kurd bû.
Mamosta Ebdurehman Şerefkendî li sala 1920ê de li bajarê Mehabadê de hate dinyayê Li gundê devr û bera Mehabadê û Bukanê li nav hicrê feqiyan da dersa dînî xand hêj icaze nevergirtibû babe vî ço ser rehmeta xudê û ev mecbûr bû dest li xandinê bikişîne û êtîmê babe xwe xweyî ke. Hêşta 17 salî bû ku dikeve ber mal û maldariyê. Ev jî bi rebenî û jariyê. Li Mehabadê dizevice lê hawjîna wî bi nexweşîna Tîfoyê dimre.
Ev ber hesreta dildara xwe Mehabadê cîde dihêle û diçe bajarê Bukanê.û li vê jinke din dixaze binavê Meisûm ku diya zarûkên viye.
Mamosta Hejar lavekî 20salî bû ku dest nivîsîna helbestan kir. Ev xandin û nivîsîna kurdî xwe fêr bû çonkû zarûtiyê de evîndarê Kurdistanê bû. Ev tew helbestên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Vefayî, Hacî Qadirê Koyî û Xalemîn aşina dibe û ji helbestê van teisîrê digre û dest bi helbestê kilasîk dike û li 24saliya xwe de li Kurdistanê de meşhûr dibe.
Li 24saliya xwe de li bajêrê Seqizê de dikeve hebsê de.û dema li zindanê derdikeve direve û diçe Îraqê û tûşî derbideriyê dibe. Li şoreşa Mela Mostefayê nemir de hevkariyê dike.li devrana Şahîtiya Îraqê de dubare li tirsê polîsên Îraqê direve û diçe Sûryê û Lubnanê û Misrê du salan li Sûryê û Lubnanê dibe û jin û zarûkên vî jî diçine vir.
Piştî nigûn bûna şahîtiya Îraqê dizivire Kurdistana Başûrê.livê dimîne heta ku şoreşa Mela Mostefa şikistê dixo ev jî tev Barzaniya mala xwe cîde dihêle û berev Îranê tê û li bajarê Kerecê de dimîne û dest bi nivîsandinê dike. Heta sala 1990ê ku diçe ser dilowaniya xwe. Termê vî helbestvan û nûserê netevî li Mehabadê de dispêrine axê. Li mamosta Hejar 4 kur bi navê Şêrko, Agirî (Mostefa), Zagros û Xanî bi cî mane.
Ya gotinêye ku îro mocessima vî helbestvanê neteviye Kurd li zadgaha xwe mehabada serbilind da vekî nigehbanekî dayimî hinda dervazê vî bajêrî ravestaye.
[biguherîne] Berhem
Berhemên vî 24 pirtûk in. Çend ji wan ev in:
- Alekok
- Vergêra MemoZîn bi soranî
- Vergêra Şerefnamê bi kurdî
- Dîwana helbesta Bu Kurdistan
- Çarînekanî Xeyam (verger)
- Henbane Borîne (ferheng)
- Vergêra Quranê bi kurdî
- Vergêra Qanûna Ebû Elî Sîna bi farsî
- Şerha Dîwana Melayê Cizîrî
- Sifra bê biraneve (vergêra pirtûka Şerîetî)
- Çêştî Micêvir( serbihoriya vî)
[biguherîne] Girêdanên derve
Çavkanî: Seyid Feysel Moctevî