Hezan, Lîce
Ji Wîkîpediya
Hezan (tr: Kayacik & Savat) nehiyeke girêdayî navçeya Amed (Diyarbekir) Licê ye. Nifûsa Hezanê sala 1997'an de 563 bû û di sala 2000 da 260 bû feqet gundî koçber bûn. Hezan Ji bajarê Dîyarbekir 76 km û Ji navçeya Licê 24 km dûre. Gundiyên Hezanê debara xwe bi çandiniya titûnê, rez, genim û bi xwedîkirina heywanan dikin. Bostanên (Bexçeyên) Hezanê de Xiyar, firingî, îsot, bacan, bamî, kundir, petêx û zebeş tên çandin.
Hezan nehiyekî dîrokî ye! Mela Ehmedê Xasî (xoceyê xasî) xwediyê mewluda kirdkî (zazakî,kirmanckî,dimilkî) ye. Mela Ehmedê Xasî sala 1868'an de li Hezanê hatiye dinê û 1951'an de çûye rehmetê. Ehmedê Xasî medreseyanda xwendiye. Kurdî (Kirmanckî, Kurmancî)Erebî û tirkî dizanibû. Mewluda ku wî nivisandiye di sala 1899'an de li Diyarbekirê li çapxaneya lîtografyayê hatiye çapkirin.
Eqîdettûl-îman ku ji aliyê Mela Mehemed Şanli bi kirmanckî hatiye nivisîn ew jî ji wê nehîyeyê ye û ji melatiyê teqawud bûye.
Çîyayê Dêrê, çiyakî blind e, mirov dikare Diyarbekir, Lice, Hênê, Hezro û deverê din ser çîyayê dêrê temaşe bike. Li ser çîyayê Dêrê pêlgir (radar) û qereqol hene. Nehiyê de dibistan, xalîçêkirin, mizgeft, dîwana şêxan û merqed, froşgeh û qereqol hene.
Gundî bi kirmanckî (zazakî) diaxivin û kurmancî jî baş dizanin.