Hormon
Ji Wîkîpediya
Hormon (ji grêkî hatiye ango bi înglizî "to set in motion") mesencireke biyokîmyayî aloze ji tek şane ye yan ji komek şaneyan peyda dibe. Hemû organîzmên(endamwerên zîndî) dubarşaneyî (multicellular) hormonan çêdikin û derdikin bi tebabne hindik gor pêwîstiya van organîzman (ji mirovan, caneweran û ta giyanan wek "phytohormon") di livikên wan de ji bo erkne zîndî (biyolojî) û metabolîzimî pêşkeşe laşên bike.
Erka hormon ku wek nîşan (signal) kardike şaneyê armanc (target cell) û têne derkirin wek mînak em bidin ku mirov çaxê tirsandin û hirsbûn li ba wî şaneyên rehî hormanan xurt derdikin wek hormonê adiryalîn. Her hormon çerxa xwe yê jînê heye û her yek di erkê xwe de kardike,û kêmbûnê hormonan gelek nexweşî û heta mirinê çêdike. Hormon di hindur xwînê cide têne derkirin bi riyê livikên (glands) taybet bi livikên kerr(endokrîn) têne nav kirin wek livika hîpofîz ku fermanan dide livikên din û hîpofîz livikeke gelek biçûke di hindur mêjî de cî digre. Ji hormonên ku hîpofîz derdike hormonê mezinbûnê bo laşê mirov. Xênce vê hormonê pir cureyên din hene wek hormonê însulîn, hormonên zayendî (wek [[testosteron](di batî de) li ba mêran û [[progestron(di hêkil de),estrocîn(di hêkil de) [[îstradiyol(di hêkil(ovary)) li ba jinan) ku erkên xwe rûdemên psîkolojî, seksî û laşî ku mêr ji jin nêvnas dikin, hormonên livika troîd (t3), [[glukagon](di penkiryas de), [[adrenalîn(di livika adirnal yan livika bergurçik û şaneyên kromafîn), [[somastatîn](ji giravên langirhans û hayposelemûs), [[aldostêron( ji qeleşa adirnal yan bergurçik) , [[paratroîd](ji livika paratroîd(pth)), tîroksîn(t4), [[prolaktîn( di livika hîpofîzê hindur),mêlatonîn(ji livika pineal (sinoberî)),sêrotîn( ji şaneyê entrokromafîn),noradiryalîn,dopamîn(di hayposelemûs),entîmiyolarîn( di şaneyê sêrtolî di batî de),enciyotansîn(di cîger de),erîsopiyatîn(di gurçik de),gestrîn,gerlîn(di ûr de),înhîbîn (di batî de),kolesîtokînîn û sêktrenîn(di danzdehgirê(duodenum)),kalosîtonîn (di livika troyîd),antropetînîn( di dil de)liyokotrînis(di şaneyên xwîn ya sipî) û pir hormonên din.