Hz. Elî
Ji Wîkîpediya
Hz. Elî (Milâdi 598) li Mekke yê tê dinê, him pismam (lawê Ebû Talib ê apê) û him jî zavayê (mêrê Fatma ya keça) Hz. Mihemed e. Li cem wî mezin bûyî û yekemîn kesên ku berê bi pêxamberîya Hz. Mihemed ra bîad kirîye ew e, di nav 12 Îmaman da Îmamê 1.e.
Wek serleşkerîkî belavbûyîna ola îslamê da ristek girîng lîstîye û tev li hemû (bê şerê Tebûk ê) şeran bûyî, ji xwe ji ber van sedeman wek şêrên Xwedê an jî Şûrên îslamê tê nasîn.
Piştî kuştina Xelîfeyê 3. Hz. Osman ew dibe xelîfe( 656 -661 ). Bi tevahî 4 sal 9 meha li ser hev xîlafetî kir. Dema xeîfetîya wî mirov dikare bibêje bi şerê navxwûyî derbaz dibe. Şerên wê dewrê
- Şerê Cemel (di navbera wî û Muavîye û Zubeyr da dibe)
- Şerê Siffin (di navbera wî û Muavîye da dibe)
- Şerê Nehrevan (di navbera wî û Haricîyan da dibe)
Di 63 salîya xwe da li bajarê Kufê dema nimija sibe pêk dianî di mizgeftê da hêla Harîcîyan da tê kuştin.