Jan Dost
Ji Wîkîpediya
Agahdarî: Formata vê rûpelê hên ne baş e. Divê were xeyrandin. Tu dikarî vê gotarê biguherîne. |
Jan Dost rojnamevan, helbestvan, wergêr, romannivîs û nivîskarê kurd e.
Jan Dost di 12 adara sala 1965an de li bajarê Kobanî hatiye dinyayê. Xwendina xwe heta lîseyê li Kobanî qedandiye. Ji sala 1985an heta 1988an li zanîngeha Helebê fakulta zanistê beşê Biyolojiyê xwendiye, lê temam nekiriye.
Her weha gelek helbest û lêkolîn bi erebî û kurdî di rojname û kovarên cihê de weşandine. Çîroka wî ya yekem Xewna Şewitî sala 1993an di pêşbirka kurteçîroka Kurdî de li Sûriyê xelata yekem stand.ji bilî wê çîrokê, jan Dost çend çîrokên din jî nivîsandine, wek Mistek ax û rûyekî şêrîn û hinin din.
Jan Dost ji sala 2000î de li Almanyayê dijî.
[biguherîne] Berhem
- Kela Dimdim 1991 Bonn- Istenbol
- Mijabad Weşanxaneya Belkî, Amed, Reşemî 2003.
- Sazek ji çavên Kurdistan re - helbest 1994
- şiir we şueraa pirtûkek biblografî li ser helbestvanên kurd yên kevn û nû. 1991 sûrya
- 3 gav û 3 darek. Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê kal de. roman. 2007. weşanxana avesta. istembol.
Werger
- Mem û Zînê bi erebî çapa 1 Şam 1995, çapa 2 Beyrût 1998, çapa 3 Dihok 2006
- Mehabad ber bi olimpiyada xwedê - Istenbol 1996 helbesta Selîm Berekat wergerandin bi kurdî.
- Bedayiulluxe ferheng Kurdî-Erebî wergerandin ji Farisî, 1997.
- Elhedîqe el Nasiriyye, wergerandin ji farsî, bi erebî Hewlêr 2002.
- Sirûda baranê, helbestên Bedir elseyyab wergerandin ji erebî. istanbol 1995
- El Durr El Semîn fî şerhî Mem we Zîn werger û şiroveya Mem û ZînaEhmedê Xanî bi zimanê erebî. Dihok weşanxaneya Spîrêz 2006.