Julius Caesar
Ji Wîkîpediya
Julius Caesar, bi tunî Gaius Julius Caesar, (12'ê tîrmehê, 100 b.z. - 15'ê adarê, 44 b.z.), yek ji împaratorên Împaratoriya Roma bû. Wî Galya teva împaratoîyê kir û dema wî de dema komarê di dîroka Roma de xelas kir û bi tenê dewlet bi dîktatorîyê kergar kir. Navê wî Caesar ji pê wî re di împaratoriya Roma de wek navê împaratoran hat bikaranîn. Dîsa navên wek Kaiser û Çar di Caesar de hatinî afirandinî, di Împaratoiya Romaya Pîroz û împaratoriyên Rûs û Bulgaran de jî hat bikaranîn.
Bavê Julius Caesar, bi hevşêwe navî, li Roma Preator bû. Ew jî di 62 b.z. de hat Preator hilbijartin.
Di 60 b.z. de Caesar bi du kesên din Gnaeus Pompeius Magnus û Marcus Licinius Crassus va Triumvirate(Kergara Sê Kesan) saz kir. Di wê demê de Caesar bû hem Konsul hem jî kargerê Galya, îroj bakura Îtalya, Swîsre û Fransa. Wî li wir bi Germanan û Brîtanyayan re gelek ceng kirin. Caesar di Cenga Gallîk hembera Germanan de fermandarê Galyan bû. Hin dibejin ku di wê cengê de nêzî 1 milon German hat kuştin û nêzî 0,5 milon kes jî hat dîl kirin. Caesar ji pê re li ser wê cengê pirtûkaka bi latinî bi navê De Bello Galico ("Li ser Cenga Gallîk") nivisandî bû. Hin dîroknas wê pirtûkê wek pirtûka herî pêşiya li ser erdnîgarîye Fransa dibînin. Wî di 54 b.z. şunda çend caran êrîşa girava Brîtanya kir.
Di 53 b.z. Crassus, yek ji Triumvirate'an, bi destên Sasanîyan di cengê de hat kuştin.
Di 49 b.z. de Triumvirate êdî hat feşkilandin û Pompeius û Senato Ceaser re got ku were Roma û artêşê xwe bifeşkilîne. Li ser vê re Julius Caesar li hembera Senato û Pompeius serhilda û êrîşa Roma kir. Senato û Pompeius revîya ne Yewnanîstan e. Wî di 48 b.z. Pompeius û Senato li Yewnanîstanê bin xist û li Roma bi tenê Dîktatorîya xwe da zanîn. Ji pê wê re jî di cengên çend salan de li Yewnanistan, Misir, Efrîka bi dawî wî Pompeius di 45 b.z. li hispanya bin xist.
Caesar di jîyana xwe de du jinên Roma re zewicî jî tu zarokan xwe nabûn. Caesar demekê ji bo Pompeius re ceng bike çû Misirê, li wir bi Kleopatra VII. re hevdît. Ewna evîndare hev bûn û pê re lawek wanê bi navê Caesarion bû. Lê ji bo qentûrên Roma ewna nadikanîn bizewicî ne. Caesarion ji Caesar şunda derbaza textê nabû şuna wî pê cenga hundur re Octavianus yê ku pê re wek Caesar Augustus tê zanîn, derbaza textê bû û ew dibe împaratorê împaratoriya Romaya herî pêşin.
Di dema xweya împaratoriye de wî salnameya bi navê xwe hatî navandinî, Salnameya Julian da amedekirin. Sosigenesê Misirî bi fermana Julius Caesar salnameya Hîvêyê Romaya berê ji yewnanîstan standî bûn çerxa Salnameya Rojêyê Misirê kir. Ew heta sedsala 16'an li Roma hat bikaranîn. Paş Julius Ceaser mir re navê mehayê ew li hatî bû dinê çerxa navê wî julius, ango july, kirin.
Julius Caesar ji bo dijwaraka xweya mezin he bû, gelek kesan, hinên di senato de jî, li wî hez nadikirin. Di 15'ê adarê 44 b.z. de banga wî ji bo were senato kirin. Ew di têketina Senato da bi destên 15 an zêde senatoran hat kuştin. Di nav bedkujîyan de, lawê xweyê arîşenî, Brutus jî hebû. Di pirtûka Shakespeare bi navê Julius Caesar de ew gotinên xweyên dawî wiha hatiye nivisandî ye: "Brutus, tu jî? û Ceaser dikeve erd e"