Kelehêz
Ji Wîkîpediya
Kelehêz (bi Inglîzî superpower) zaraveka siyasî ye ko di warê siyaseta navneteweyî da jibo welatekî dihêt bikaranîn ko di hindek biyavên mîna şîyanên leşkirî, pîşesazî, aborî û siyasî da xudan bandorên mezin bit û bikarit tesîrê li parek mezin an jî li tevaya cîhanê bikit. Kelehêz ji alîyê zaravezanistî ve ji hêza mezin (bi Inglîzî Great Power) mezintir û sertir e. Kelehêz heta berî dawîbûna Şerê Cîhanî yê Duyê jibo Welatên Yekgirtî yên Emrîkayê, Yekîtîya Komarên Sowyetên Sosyalîst û Brîtanyaya Mezin dihat bikaranîn, lê piştî hingî heta salên 90an ji sedsala 20ê jibo herduyên berahîyê bi tenê li kar bû.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».