Kolik, Semsûr
Ji Wîkîpediya
Ev gotar der barê navçeya Semsûrê Kolik e. Ji bo wateyên din, li Kolik (cudakirin) binihêre. |
Kolik (tr:Kahta) yek ji navçeyên Semsûrê ye. Gorî hejmartinên sala 2000´î hejmara niştecihên navendê 60.700 û bi tevî gundan jî 115.000 e. 3 şaredarî, 3 nehiye, 84 gund û 115 mezre girêdayî navçeyê ne. Di sala 1954´î de bi Semsûrê ve hatiye girêdan. Dîroka herêmê wekî ya Kurdistanê ye. Aborî pirranî li ser çandiniyê ye. Çandiniya nîsk, ceh, genim, nok, pembo, lazût, kuncî, titûn tê kirin. Herwekî xwedîkirina ajalan û karê mozhinguviyê jî heye. Li navçeyê fabrîka tekstîl û keramîk heye mixabin hilberîn kêm e û gelê herêmê xizan e. Li herêmê lêgerînên petrolê û çend jî bîrên petrolê hene. Gel gilîdar e ku li kargehên petrolê tenê Tirkên ku ji rojavayê Tirkiyê didin xebitandin. Ango Kurdan nadin xebitandin.
[biguherîne] Navdarên Kolikê
- Helbestvan Osman Sebrî, li vir li gundê Narincê ji dayîk bûye.
- El-Kahtavî , yek ji zanayên Îslamê
- Hecî Bedir Axa , serokê eşîra Reşwan, Kurdperwerekî hêja