Kurdistan (rojname)
Ji Wîkîpediya
Kurdistan, rojnameyik sala 1898êde Qahîre, hêla Mîqtad Bedirxan û Celadet Elî Bedirxan derketiye. Kurdistan rojnameya yekemîn bi kurdî bû.
Rojnameya KURDISTANÊ di 22’yê Avrêla (Nîsana) sala 1898’an de, ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve li Qahîreyê, li paytexta Misirê hate weşandin. Destpêka weşandina Rojnameya Kurdistanê, mîna xebateke neteweyî û rewşenbîrî tê nirxandin.
Piştî şoreşa 1789’an a Fransayê, raman û giyana netewayetî li seranserê welatên Ewrûpayê belav bû. Di nav demeke kin de, ev raman mîna lehiyekê li cîhanê belav bû û bêguman ku Împaratoriya Osmanî û gelên ku di bin desthilatdariya wan de dijiyan, mîna ereb, alban (arnawid), bulxar û tirk bi xwe jî ketine ber vê lehiyê.
Piştî têkçûna Serhildana Bedirxaniyan a sala 1847’an, Dewleta Osmanî malbata Bedirxaniyan sirgûnî Qahîreya paytexta Misirê dike. Mîqdad Mîdhed Bedirxan beg li wir dest ji kar û xebatên netewayetî bernade û xebatên xwe yên rewşenbîrî didomîne. Rojnamegeriya kurdî jî cara yekem bi van xebatên Mîdhed Beg û weşandina Rojanameya Kurdistanê, dest pê dike.
Ev rojnameya yekem e di dîroka Kurdistanê de. Her wiha, gelê kurd wê demê hem ji aliyê fîzîkî, hem ji aliyê çandî û ramanî, hem jî di warê ziman û gelek aliyên din de têkoşîna man û nemanê dida, li hemberî êrîş, zilm û zordariya desthilatdaran. Taybetî û grîngiyeke din a mezin a rojnameya Kurdistanê jî ev bû ku, di demeke wiha de hate weşandin. Lewre pêdiviyeke mezin a gelê kurd bi danûstendin, nûçe, ragihandin û bi çand û hunera xwe, bi zimanê xwe hebû. Rewşenbîr û mîrê mezin ê gelê kurd Mîqdad Mîdhad Bedirxan ev valahî dît û bi ked û kespeke bêhempa ev valahî bi weşandina rojnameya Kurdistanê dagirt û pê re jî bû destpêkek, bû dîrokeke giranbiha. Mîqdad Mîdhed Bedirxan, bi xwe sedema weşandina rojnameyê wiha tîne zimên: ”Li dinyayê çiqas Misilman hene di gund û bajarên hemiyan de dibistan û rojname hene. Bûyerên li dinyayê diqewimin di van rojnameyan de tên nivîsîn. Lê mixabin Kurd ji rojnameyekê bê par in û nizanin di dinyayê de çi diqewime, cîranê wan Mosqof çawa ye dê çi bike. Loma di riya Xwedê de min ev rojnama ha nivîsî. Bi îzna Xwedê Teala ji niha pê ve di her panzdeh rojan de ezê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kiriye KURDISTAN. Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim."
Mîqdad Mîdhed Bedirxan di sergotara yekem a rojnameya KURDISTAN’ê de li ser rewşa aborî û civakî ya gelê kurd jî radiweste.
Piştî zexta Osmaniyan a li ser Misrê, Rojnameya Kurdistanê ji neçarî gelek cih guherandin. Bedirxaniyan weşandina rojnameya Kurdistanê li hin welat û deverên Ewrûpayê, mîna Cenewre, London û Folkstonê domandin. Piştî Mîdhed Bedirxan Beg, Evdirehman Bedirxan Beg xwe da bin barê derxistina rojnameyê, di 47 meh û 22 rojan de, li sirgûnê di rewşeke dijwar de 31 hejmar hatine weşandin.
Hejmarên ji 1’ê ta 5’an li Qahîreyê, ji ya 6’an ta 9’an li bajarê Cenewreya Swîsreyê, ji ya 20’an ta 23’yan li Qahîreyê, hejmara 24’an li Londonê, ji 25’an ta 29’an li Folkistona Başûrê Îngilîstanê û ji hejmara 30’yî ta 31’ê li Cenewreyê hatine weşandin.
13 Nîsan 1909 Rojnameya "Kurdistan" ji aliyê Osmaniyan ve hate girtin.
[biguherîne] Çavkanî
Felat Arda, amidakurd.com
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».