Lao Zî
Ji Wîkîpediya
Lao Zî (bi çînî: 老子, Mamosteyê Kal) fîlozofê Çînî de sedsala 6'an berî zayinê jiyaye. Di hinek çavkaniyan de navê wî wek "Lao Tsu, Lao Tse, Laotze yan jî Laozi" û ew bi navê " Brêz Lao" jî tê naskirin. wateya "Lao" bi çînî pîr e û "zî" jî mamoste ye.
Di derbarê jiyana wî de gelek agahî û çîrok hene. Evana pirranî çîrokên olî ne. Di dema xwe de fîlozofeke hêja, bikêr û zîrek bûye. Li ser ol, raman, zanîst û Çînî gelek xebat kiriye û berhemên hêja daye. Ramanên wî îro jî xwedî nirxeke bilind in.
Ne diyar e ku nivîskarê pirtûka Tao Te Ching (bi çînî: 道德經, Pinyin: Dao De Jing) Lao Zî jiyaye an na, ev mijar tê nîqaş kirin. Lê dîsa jî mîn avakerê Taoîzmê tê qebûlkirin.
[biguherîne] Bi kurdî
Helbestvanê kurd Ebdulrehman Efîf pirtûka Lao Zî ya bi navê Tao Te Ching wergerrandiye kurdî. Di pirtûkê de 81 helbest hene. Ew hemû di hejmara 42 ya Kovara Mehname de hatine weşandin.
[biguherîne] Lînkên derve
- Tao Te Chingê bi kurdî bixwîne
- 老子 Lǎozĭ 道德經 Dàodéjīng Chinese+English+German (Dr. Hilmar KLAUS)
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Lao Zî hene. |