Lazût
Ji Wîkîpediya
Lazût (Zea mays), an li deveran zalût, (bi şaşî hin caran garis jî dibêjin) giyayek ji malbata Poaceae ye.
Bo xwarinê tê çandin û arvanê wê biqîmet e. Tê gotin ku bingeha vê giyayê navenda parzemîna Amerîkayê ye. Li Kurdistanê li gelek deveran tê çandin. Ji 50 hezarî zêdetir cureyê lazûtê hene. Li Kurdistanê "Lazûta Ûris", "Lazûta Kambaxrojê", "Lazûta Romê" hwd hin cure tên bikaranîn. Mixabin di zimanê zanistiyê de navê wan çi ne, lê nehatiye kolîn.
[biguherîne] Cureyên Lazûtê yên sereke bi zimanê Zanistiyê
- Zea mays indentata
- Zea mays everta
- Zea mays saccharata
- Zea mays amylaceae
- Zea mays ceratina
- Zea mays tunikata
- Zea mays indurata
Li Kurdistanê pirranî lazût wekî arvan tê bikaranîn lê di kulîna Kurdî de jî cihekê wê yî mezin heye. Ji arvanê lazûtê cureyên xwarin hene.