Laz
Ji Wîkîpediya
Laz navê gelekî/neteweyekî ye. Ji welatê wan re Lazîstan tê gotin. Ew bi xwe ji welatê xwe re Lazona û ji zimanê xwe re jî Lazûrî dibêjin. Neteweyekî otantîk e.
Li perên Derya Reş û li hin komarên berê yên YKSS dijîn. Neteweya Laz Qefkasî ye. Zimanê Lazan ango Lazî yek ji zimanên Qefqasî ye û nêzîkî zimanê Gurcî ye.
Li Tirkiyê pirsgirêkên vê gelî gelek in. Dûgela Tirk wekî Kurd û netweyên din hebûna Lazan jî înkar dike û polîtikaya pişavtinê dimeşîne. Pirraniya Lazan êdî nikarin bi zimanê zikmakî biaxivin. Ziman û çanda Lazan di bin xetereyê de ye, li ber windabûnê ye.
Ji bo Lazan dibêjin "Kurdên deryadîtî" û hin karekterên Lazan û Kurdan dişibînin hevûdu. Di çanda devkî ya Kurdan de jî navê Lazan pirr derbasdibe. Laz di çanda Kurdî de wekî "gelê cîran, merd, wekî Kurdan, wêrek, zîrek hwd" tên nirxandin. Di nava gelê Kurd û Laz de dostaniyeke pirr kûr hebû. Mixabin dûgela Tirk herêma Derya Reş bi pirranî assîmîle kir û bi hestên vê gelê leyîst. Laz di kûltûra Tirkan de pirr neyînî cihdigire. Tirk bi Lazan qerfê (henekê) xwe dikin, wan wekî kêmhiş didin nîşandan. Hemî pêkenokên Tirkan li ser vê gelê bindest in.
Di straneke dengbêjiyê de Laz
... Hêviya me li jor bi Xwedê ma li jêr bi 200 jinên Lazan e dişon cinyazê misilmanan bi destûpiyên qerqaş şer bû şerê singoyan e Tirkan namûs firotin bi peran e Siltan Evdilhemîd bang li Siltan Evdilreşat kir Got ka te digot eskerê min Kurd in ji Kurdistanê ne Kesî negot para Kurdan di eskeriyê de emeliyan e Xwedî û qirarê emeliyan tunene şer şerê pilingên Bulxar û Yewnan e ma tenê di ber de pilingên Kurd û Lazan e kambaxa Selanîkê bişewite bi dar û deryan e ...