Mala Wîyalî
Ji Wîkîpediya
Mala Wiyalî (wî alî), perçeyek ji Mala Elî Seymistefê ye. Ew mal, eslê xwe ji gundê Qurqurikê hatiye. Lê piraniya vê malê li gundê Qûrqûrikê man e, û îro jî hîna wekî Mala ÎMAMÊ tên nasîn. Seysilêmanê Îmamê kesekî navdar ê û ji vê malê ye. SEYSILÊMAN,li derdora xwe wekî însanekî zana dihate qebul kirin.
Ew heman demê de, dengbêjekî sereke yê baweriya Elewîtî,û merivekî Sergirane. xwediyê hin besteyên xurt li ser baweriya ELEWITÎ ye. Mala ÎMAMÊ û Mala WÎyalî hîna jî wekî meriyên hev piştgirîya hev û dû dikin. Piştî Qanuna Paşnav dayînê Mala Îmamê bi Paşnavê 'ŞAHÎN', Mala Wiyalî jî bi paşnavê 'YILMAZ' hatin qeyd kirin
Mala Aliyê SEYMISTEFê koç jî daye derveyî KÛPIK ê. Hindik ji wan, li TÊRCAN,VARTO, STENBOL, EREGLIYA ZONGULDAKÊ û hin jî li bajarên din bicîh bûne.
Ji vê malê, meriyê herî binav û deng SEYMISTEFA bi xwe ye. Eşq û evîna wî û dildara wî AXCÊ, li derdorê pir menşûr e. Ew çîrok wan, wekî çîroka Ferhedî û Şîrînê, wekî Keremî û Eslê tê gotin.
Piştî wî,kesê herî navdar yê vê malbatê, SeyBEYTEŞ e. Tê gotin ku ew, jî ji ber fikarên xwe û propogandayên Dewleta Tirk, li hember Serhildana Şêx Saîdê Pîran çek hildaye û di vê buyerê de li Gundê GARISÎGAZÊ hatîye kûştin.
Di tarixa gûndê Kûpikê de du kesên ku ji zanîngehê mezûn bûne yêk ji vê malê ye.Awokat KAZIM YILMAZ Û DURSUN ŞAHÎN ji yêkemîn nifşên ku zanîngeh xelas kirin e ne. MALA BAVO, MALA BEYTEŞ, MALA QEMER, MALA WELÎ kevirên hîmê Mala WIYALÎ ne.
Ji Mala BEYTEŞ, kes li KÛPIKê namîne. Wan di salên 50î de ji gund barkirin e û li Têrcanê bicîh bune û nika mala SEY MUSLIM li ser vê rêç (şop)ê ye.
Ji Mala Qemer jî kes tune. Ew jî, li Stenbolê û hin bajarên din yên Tirkiyê bicîh bune.
Gundê Kupikê de ji mala Aliyê Seymistefê Tenê Seykekil (KEKÊ BAVO) dimîne. KEKÊ BAVO jî şaxsiyetekî ku wekî kesekî zana tê nasîn e. Ew li ser tradisyon, beyît û meselên gundê KUPIKÊ xwedî agahî û gotinên muhîm e.
Mala Wan di nava gundî û derdorê de malbatek gelek esprîtuel û bextiyar tên nasîn. Afirandina espriyan de gelekî pêşketî ne.