Medresa Sor
Ji Wîkîpediya
Medresa Sor, li Cizîra Botan cihekî dîrokî û kevnare ye.
Medresa Sor ji alîyê Emîr Şeref'ê dûwemîn ve hatîye ava kirin. Emîr Şeref'ê'ê dûwemîn kûrê Emîr Bedreddîn, kûrê Emîr Şeref'ê yekemîn, kûrê Emîr Alî Beg, kûrê Mecduddîn'e. Cizîr, 1475'an de ketîye bin destê Akkoyulîyan de. Di wî demî de Mîr'ên Cizîr'ê tevde hatine sirgûn kirin, gelek ji wan jî hatine kûştin. Emîr Şeref'ê dûwemînê kûrê Emîr Bedreddîn bi alîkarîya gelê Botan 1508'an de dîsa Cizîr vegirtîye.
Avahîya Medres'a Sor bi mîmarîya xwe ji cûreyên medresên hewşa wan vekirîye. Di nava gel de bi “Medres'a Sor” tê navkirin. Medres'a Sor, li roj avayê Cizîr'ê li ser sûrhê hatîye avakirin. Ji ber ko bi pirnî bi toxlayên sor hatîye ava kirin ji wê re “Medres'a Sor” hatîye gotin. Ji bo ketina malde li pêşîya derîyê wê yê ji derve 4 derincên bi kevir hatîye çêkirin. Medrese ji alîyê rojhilat ve 18.95 metreyan ji erdê bilinde, bes binetara wê jî 1.10 metreyan ji erdê bilindtir hatîye danîn. Alîyê wê yê başûr bi 3 eywan e û mizgefta medresê jî di wê beşê de ye. Tirb'a mele Ehmed'ê Cizîr'î li alîyê rojhilat yê mizgeftê ye.
Li alîyê medresê yê bakûr 3 eywan hene, ya alîyê çepê 3.45 metreyan vekirîye û mîhraba wê ya zivistanî jî heye. Eywana alîyê rastê 3.46 metreyan, ya nêvê jî 5.19 metreyan vekirîye. Ew eyvanên difekin hewşê, gûşeyê hemîyan 10-13 cm. bi çal û mirtikin. Ji eywana nêvê ji bo çoyîna herdû eywanên teniştê derîyên bi 1.33 metre û serdera wan jî bi qûbbe hene. Eywana alîyê rastê di rastê wê de derîyek 0.93 metre fireh heye, peşderîyek 2.44x2.45 metre û serbanê wê bi qûbbe hatîye çêkirin.
Çavkanî: Malpera Bedirxanî