Mehmet Sait Alpaslan
Ji Wîkîpediya
Mehmet Sait Alpaslan helbestvan, rojnamevan û nivîskarê senaryoyên fîlm û teatrayan e.
Mehmet Sait Alpaslan di sala 1970 an de li Amedê hatiye dinê. Heta zaningehê perwerdeya xwe li Amedê domand. Zaningeha Enedolê ji ber şertên politik nivco hişt. Di sala 1992 an de pirtûka wi ya helbestan ya yekem, "Helbestên Welatê Bindest" di sala 1994 an de ya duwemin "Stranên Azadî" di sala 1995 an de, ji ber pirtûka helbestvan Ezelî Doganay, wergera wi "Gule çi bike ji stranê" hatin weşandin. Di rojnameyên Newroz, Azadi, Welat, Evrensel, Roj û di kovarên Newroz, Deng, Toplumsal Dayanişma, Rewşen, Newroz Ateşî û Tirojê de helbest û nivîsên wi hatın weşandin.
Di vê navberê de, him di şanoya şaredarıya Amedê de şanogeriyê, him ji berpirsiyariya Kovara (paşê ji)/rojnameya Newroz ya şaxa Amedê kir. Di sala 1994 an de kete hepsa Amedê, 5 meh ma. Di sala 1996 an de lîstika wî ya ji Pirtûka Victor Hugo ya "Sefiller" "Hejaran" di Şanoya Bajêr ya Şaredariya Sûrê de leyîst. Di vê navberê de leyîstikên Jana Zirav (2003), Hilbijartin (2004), Wendayî / Kayip (2005) û Zagona Çiyê (Dağ Kanunu) (2006) Nivîsand û rêvebiriya Wendayî / Kayip kir. Di sala 1999 an de dest bi karê sinemayê kir. Ji wê roja ve rêwebıri û nivîskariya sinemayê kir. Bi navê "Melle Huznî/ Dîkê Gund" û "Jana Zirav" du film kişand. Di navbera salên 1997 - 2004 an de tevi hevkariya Resûlê Qereqoçanî bi wergera Kıtêba Piroz mijûl bû. Pirtûk li Germenîstanê hate çapkirin.
Hîn li Amedê dijî û bi werger, şano û sînemayê mijûl dibe. Bi hunermend Zîlan re zewiciye û du zarokên wan heye
Kategorî: Helbestvan | Rojnamevan | Nivîskar | Şanoger