Melkişî
Ji Wîkîpediya
Melkişî (tr. Çemişgezek) yek ji navçeyên Dêrsîmê ye.
[biguherîne] Erdnîgarî
Rûber 877km², bilindahî ji rûyê avê 975m ye. Ev navçe bi qasî 117 km yan li rojavayî Dêrsimê ye. Li bakurê wê Ovacix (Vacixê), li rojhilaté wê xozat û li bakurê rojavayé wê Erzingan heye. Li başûrê wê jî bendava Kebanê heye. Ji bo çûyina Dêrsimé bi Pertekê re rê derbas dibe. Li bi piranî bi ferîboté derbasî Xarpetê dibe.
32 gund û 47 mezreyê wê hebûn lê niha pirraniya mezreyan ji aliya dewleta Tirk hatine valakirin. Herwiha gelek gund hatine rûxandin. Li gora qeyda ya nifûsê ya sala 2000an de li navçeyê 3685, li gundên navçeyé 6088 kes heye. Mixabin bawerî bi van statîstîkan nabe. Bi texmînî hejmara niştecihên navçeyê nêzîkî 100.000 e. Ji ber pêkutiyên hêzên ewlekariyê ya dûgela Tirk û valakirina gundan, gelekan koçberkirine.
[biguherîne] Dîrok
Di sala 1881 an de şaredariya wê hatiye avakirin.
[biguherîne] Girêdanên derve
- Malpera Çemîşgezekê (tirkî)