Miçînik
Ji Wîkîpediya
Miçînik anko bi Inglîzî sphincter coreyekê masîlikên bazneyî ne ko bi awayekê xweiskî borîyek ji borîyên leşî tesik anko teng dikin û li dema pêdivî xav an sist dibin da rê li himberî bihorînê vebibit. Bi giştî, di leşê mirovan da 42 miçînik hene. Hindek mînakên wan ev in:
- miçînika bîbîyê bîbî ya çavan di bersiva ruhnîyê da teng û fireh dikit.
- masîlika derdora devî
- miçînika jorîn a sorîçikê
- miçînika jêrîn a sorîçikê ko dikevit jorî ya aşik anko gedeyê û nahêlit naveroka tirişa gedeyê sorîçikê brîndar bikit.
- miçînika aşikê anko pîlorê li jêrî ya aşikê ye.
- miçînika Oddi anko miçînika Glissonî rijîna ji cerig, pankiras û kîsê ziravîyê bo nav dazdegirê yê kontrol dikit.
- miçînika pêşborîyê ko derçûna mîzê ji leşî kontrol dikit.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».