Mihemmed Huseyîn Saîf Qazî
Ji Wîkîpediya
Mihemmed Huseyîn Saîf Qazî († 30'ê adarê 1947 li Mahabad) wezîrê parastinê yê hikûmeta Komara Mahabadê bû.
Wî di jiyana xwe de bazirganî dikir û têkiliyên wî yên xurt bi Kurdên YKSS re hebû. Bi qasî demekê di artêşa Îranê de serkanî kiriye. Miroveke pirr welatparêz bû her tişt dixist bin xizmeta doza serbestiya Kurdistanê.
Piştî têkçûna hêza komarê ew jî wekî hemî endamên sereke yên komarê ji aliyê Îranê ve hatiye dardekirin. Li ber sêpiya îdamê wekî gotina dawî lêborîn ji gelê Kurd xwastiye ku di xizmeta xwe ya bo Kurdistanê de biserneketiye.