Murad Pola
Ji Wîkîpediya
Murad Pola nivîskar û wergêrekî kurd e.
Murad Pola xelkê Bazîda ku kela wêjeya kurd e. Ji zozanên serhedê yê bi nav û deng Sînegê ji dîya xwe re bûye. Ji Zankoya Stembolê mezûn bûye. Zewicîye û keçeka wî heye. Nivîs û wergerên wî di Nûbiharê de tên weşandin.
Heya nika ev wergerên wî hatine çapkirin:
- Mislimanê Heq
- Dîn li Hember dîn
- Rîsala Gorîkirinê
Wergerên ku dê bên çapkirin jî evna ne:
- Gunehên Mezin
- Di Dîn De Sê Esas
- Ji Tolstoy Çend Çîrok